Navê Tevgerî: Viyan Amara
Nav û Paşnav: Sevîm Kaya
Navê Bav: cemîl kaya
Navê Dayîkê: Helîme Kaya
Cih û dîroka jidayîkbûnê: colemêrg #01-09-1983#
Cih û dîroka şehadetê: Girê spî, kendalê, 26-07-2013
Rengê çiyayên kurdistanê. Şoreşgera jiyana azad Viyan Amara. Viyan keçeke kurd zîrek û çalak bû. Di temenê xwe yê biçûk de hîn heşt saliya xwe derbas nekiribû, her tim tiştek di hudirê wê de dikeliya ew jî naskirina jiyana rast û heqîqî bû. Di wê temena xwe de, di nav civakê de digeriya û her tim di nav lêpirsînan de bû. yek ji wan lêpirsînên wê mijara ziman bû. Digot: çima em bi zimanê xwe yê dayikê naxivin. Civak ji wê re nebû bersiv. Ji ber wê yekê xwest di riya olan re van tiştan nas bike ji bo wê pirî caran tevlî civînên oldaran bûbû û ew dişopandin. Lê tevî wê oldar jî ji wê re nebûn bersiva jiyanê. Ji ber ku heqîqetên ber biçav nedît. Ev lêgerînên wê heta dozdeh saliya wê domiya.
Ji ber ku bersiv di jiyana asayî de ji lêgerînên xwe re nabîne. Di sala 1996'an de tevlî şorşa azadiyê dibe. Di wir de perwerdeyên siyasî ,bîrdozî û leşkerî dibîne. Piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî bi dawî dike rastiya jiyana exlaq û polîtîk li wir dibîne.
viyan ti carî ji bo lêgerina takekesiya xwe û naskirina cinsê xwe ew hest û germahiya xwe dev jê berneda.
Viyan ti carî tiştên ku difikirî di xwe de venedişart û her demê rasterast digot. Tiştên li gel wê heyî ji ciwanên xwe venedişart. Her tim ji bo gel û bi taybet jî ji bo pêşeroja zarokên kurd dixebitî . Her demê li beranberî her tiştî xwedî helwestbû û bi taybet li beranber şaşitî û nedurustiyê gelek tund bû û bê bersiv nedima. Dema ku saştiyek heba li beranber disekinî û rexne dikir. Gelek dilnizim bû nêzikatiyê wê ji her kesî re wek hev bû, hevaltiya wê mînakbû. Zimanê wê ê iknakirinê û axavtinê gelek diyarkerbû. Di wî warî de xwe gelek pêş xistibû. Rêbazê wê yê îknakirinê pir bi hêzbû li ser vê yekê xwe perwerde kiribû û ji jiyanê fêr bûbû ku çawa rastiyan bi mirovan bide naskirin tevî ev rêbazana li gel wê pir xurt bûn.
Lê dîsa jî digot hîn kême pêwîste ez xwe hîn bêhtir perwerde bikim . Ji jiyanê gelek hez dikir mînaka wê jî hezkirina wê ji zarokan re bû .Rûkeniya wê bersiva jiyana rast bû. Yek ji taybetmendiyên wê jî dema ku bi yekî/ê re nîqaş dikir dihîşt ku ew xwe nasbike. Di nav jiyanê de bi çoş û hereketli bû. Her cihê ku ew lê bû çoş kêfxweşî û jiyan hebû. Li ser pêşketên wê yên kesayetî rêhevalekî wê wiha got: Hevala viyan xwe li ser cinsê xwe gelek pêş xistibû û hîn jî li ser lêkolîn dikir.
li ser dayikê û jinê gelek dinivî û xwe kur dikir. Min digot ma lêkolînên te bi incam nebû viyan? Digot:
wala her ku diçim kurtir dibim. Ez her carê lêgerînên kurtir dibîninm. xwe hîn zêdetir nas dikim
Înasanan hîn bêhtir nasdikim. Min jê re digot viyan tu dizanî çima hinde bê sînor tu ji zarokan hez dikî got erê . Ji ber bi rastî jî ew dilmendî û dilxweşiya wê ya jiyanê a herî heqîqeta rast di pakî û di rastiya çavên zarokan de didît.
Cîhana wê cîhana zarokan bû.
Di dilê hevala viyan de her tim fedekarî hebû ,dil û guhên wê li ser gelê kurd û axa kurdistanê bû. Eger pêwîstî bi viyanê bihata dîtin li ku derê ba ew amede bû. Ji ber vê yekê dema şoreşa rojava dest pê bû hevala viyan hate Rojava û xebata xwe da meşandin bi taybet li bajarê Kobanê û xebata wê ya ziman bû. Li kobanê derdora salekê û çend mehan ma lê di hundirê vê salê de gelek kar xebat da meşandin, hemî rojên şoreşê bi kobanê re jiyan kir. Di xweşî û reşiya şoreşê de bû,li ser xebata mamosteyan ruhê hevaltiyê da ava kirin ,ruhê hevbeşiyê ,ruhê kolektîvê dixwest ku hemî mamoste bi ruhekî û bi armancekê tev bigerin ew jî avakirina kurdistana azad bû. Ji bo ku ruhê hevgirtinê di nav mamosteyan de çêke digot:(em hemî ji bo yekî û yek jî ji bo me hemiyan)
Têkiliyên hevala Viyan bi gel re pir xurt bû. dixwest hemî malên gel serdan bike û rewşa gel nas bike, fikir û felsefeya ku ew li ser rabûyî bi her kesî bide naskirin .
Daxwazeke xwe yê serske hebû ku xebatên ziman li her derê Kurdistanê bide meşandin zimanê kurdî li her derê bide xwendin.
Di her qadê de dihat dîtin ,di ekadimiyan de perwerde dida ,bi mamosteyan re hemî xebatên dibistanan dida meşandin. jixwe xebata ziman yek ji karê wê yê sereke bû .
Gotineke hevala viyan tu carî ji bîra me naçe digot:(eger yek kes di kobanê de hebe ji min aciz bibe ez li vir namînim )ji ber vê nêzikatiyê kes ji hevala viyan aciz nedibû.Di şahiya 19'yê tîrmehê de pir kêfxweş bû. Dema ku ew kêfxweşiya li ser rûyê zarok û dayîkan dît
Got: Heta xala dawî ji xwîna xwe em ê axa kurdistanê biparêzin û em ê biserkevin.
Ji bo vê yekê dema ku şerê van komên çete li hember nirxên gelê kurd derket,hevala viyan xwe kêliyekê jî ranedigirt û tevlî qada şer bû bi fedekariyeke mezin û bi berxwedaneke bê hempa şer kir û di 26 .7.2013 li gundê kendalê çalelkiyeke dîrokî li dar xist û di encamê de ji bo her ciwanekî kurd ,ji bo her dayîkeke kurd û ji bo her zarokekî kurd bi ken û xweşî pêşeroja xwe bijîn. canê xwe feda kir û tevlî kerwana pakrewanan bû. Bû kulîlkek di nav çiyayên kuedistanê de şîn bû.[1]