Dengbêjî çiqasî xweş e li vê erda bi xêr û bereket? Denbêjî muzikeke ku mirov pê ji bîr dike derd û kulên xwe. Dengbêjî cihê xwe di nav wêjeya devkî de her zindî û nemir kiriye. Em ê vê carê bi bernama xwe ye danasîn we bibin gel dengbêjê nemir û dîrokî, ku wek bavê denbêjiya kurdî tê naskirin bi we bidin naskirin. Ji ber ku ew bi kilam û dengbêjiya xwe ji me re bûye çavkaniyeke esasî. Nivîskarê kurd Yaşar Kemal Evdal weke ``Homîrosê kurdan`` bi nav dike. Di nava civaka kurd de jî wek şahê dengbêjan jî hatiye binav kirin. Helbet dema ku qala dengbêjiyê dibe, yekser navê wî yê zêrîn tê bala mirov.
Evdalê Zeynikê di nav wêje û zargotina kurdî de efsaneyeke ku divê neyê jibîrkirin. Ji ber ku wî bi kilamên xwe yên dengbêjiyê û dengê xwe yî xweş, mirovên derdora xwe û tilûran û tavahiya xweza şad dikir.
Her wiha romanivîsê kurd Mehmet Uzun romanek li ser jiyana wî ya bi navê ``Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê`` nivîsandiye. Bi dehan lêkolîn û gotar li ser jiyan û berhemdariya wî hatine nivîsandin, ji wan lêkolîner Ahmet Aras li ser berhem, stran û jiyana wî pirtûkek çap kiriye û em ê li vir bi we bidin naskirin.
Evdal di navbera salên (1800-1913) de jiyaye. Ew ji êla Bazûkiyan e. Kurê Mistefayê Bazûkî ye. Navê dêya wî Zeynê ye. Ew hîn piçûk bû bavê wî dimre. Êdî ji ber vê yekê gundî jê re dibêjin “Evdalê Zeynikê”. Şahid dibêjin ku Evdal hîn zarok bû di nav mêrg û zeviyan de digeriya û li dengê çûkan guhdar dikir. Evdal di nav xwezaya bedew a Serhedê de mezin bû. Ji dengê çûk û çivîkan, ji guregur û huvehuva bayê, ji xumxum û lemelema avê, awazên xwe girtine. Evdal li ber giya û kulîlkan û li ber lat û zinaran rûdinişt û bi wan re şor dikir. vê hevaltiya wî ya bi xwezayê re hişt ku bibe dengbêjekî gelekî mezin.
Evdal dengbêjekî xuliqkar e, ne tenê stranên berê gotine, wî bi dehan stran û awaz xuliqandine. Ji ber vê yekê nav û dengê Evdal li Serhedê belav dibe, diçe dawet û şahiyan û bi rojan stirana dibêje. Evdal ewqasî ji xwe bawer dibe ku êdî kesek nikare zora wî di dengbêjiyê de bibe.
Di şevên Serhedê yên dirêj de gundiyên Cemalwerdiyê û hin gundiyên din li mala axayê gund dicivin û her şev kilam û çîrokan dibêjin. Evdal her şev li wan guhdarî dike. Heya temenê xwe yê 30 salî jiyana xwe bi xizanî û cotkariyê derbas dike. Heya wî temenî hîn kilaman nabêje. Dibêjin ku carekê nexweş dikeve, û di wê nexweşiya xwe de xewnekê dibîne, li şiroveya xewna xwe digere, mela jê re dibêje:
'' Ger te ev xewn di 15 saliya xwe de bidîta tu yê bibayî kesekî alim. Ger te di 20 saliya xwe de bidîta tu yê bibayî kesekî dewlemed, lê di vî temenî de ev xewn nîşana ku tu yê bibî dengbêjekî mezin û navê te dê li cîhanê belav bibe.
Dema ku temenê Evdal nêzîkî 40’ salî dibe êdî tu dengbêjek cire't nake ku li hemberî Evdal kilaman bibêje.
Di jiyana Evdal de serdemek heye ku bandora herî zêde li jiyana wî kiriye, ew jî hevaltiya wî ya bi mîrê herêma Elajgirê, neviyê Îshaq paşa Surmelî Mehmed paşa re ye. Wê demê dengbêjên hemû mîr û began hebû, lê Evdal ne girêdayî tu kesî bû, lê hevaltiya wî bi wan re xweş bû û tevlî dîwana dengbêjan dibû û her tim bi ser diket û hemû dengbêj heyranî dengê wî bûn.
Wê demê dengbêjeke Surmelî Memed Paşa ya bi navê Gulê hebû. Dengbêjiya Gulê li her derê bi nav û deng bû heta nav û dengê wê gihêştibû guhê Evdal jî Evdal rojekê li hespê xwe siwar dibe diçe dawetekê. Wê rojê Surmelî Paşa û dengbêja wî Gulê jî li wir bûn.
Gulê û Evdal sê roj û sê şevan davêjin ber hev û di dawiyê de Gulê bes dike û hostetiya Evdal qebûl dike. Di wê demê de Gulê soz dabûyê ku di dengbêjiyê de zora wê bibe dê pê re bizewice, lê Evdal vê yekê qebûl nake û dibêje:
-''Ev xweşikî û bedewiya te hêjayî gelek gotinane, lê ez zewicîme ji ber wê ez nikarim bi te re bizewicim tu xwîşka min î.''
Vê yekê kêfa Surmelî Memed Paşa anî û dixwaze Evdal li gel wî bimîne û dê wî bike paşa û gelek mal û erd bide wî, lê Evdal vê yekê jî qebûl nake .Surmelî Paşa li ser daxwaza xwe israr dike. ji ber wê jî Evdal vê daxwaza wî qebûl dike lê axatiyê qebûl nake û dibêje ger tu qebûl bikî ez ê jî mîna gundiyekî li vir bijîm û paşa vê daxwaza wî qebûl dike.
Bi hevaltiya surmelî paşa re rûpele nû di jiyana Evdal de vedibe bi taybetî avêtina ber hev ya stran di dîroka dengbêjiya serhedê de çandek gelêrî ye. ji xwe piştî deng vedana li ber hev avêtina Evdal û Gulê, hin dengbêjên din jî dixwazin bi Evdal re werin cem hev ji nav wan yê herî navdar şêx Silê dengbêjê herêma rojhilat e. Evdal û şêx Şilê heft salan davêjin ber hev û ev yek bi serkeftina Evdal bi dawî dibe. Strana bi navê şêx silê û evdalê zeynikê cihê xwe di nav stranên Evdal de digre.
Desthilatdariya Osmanî berê Surmenî Mihemed paşe bi tevlî sê-sed siwaran berê xwe dide xozanê. Evdal jî naxweze ku ji vê seferê bêpar bimîne dema diçin herêma Edenê di riyên ku derbas dibin re Evdal gelek çavdêriyan ber hev dike û her wiha hin stranan ji wan re çêdike.
Strana (Dêrsimê xweş dêrsimê ) yek ji wan stranên ku dema di hêrêma dêrsimê de derbas dibin, behsa xweşî û bedewiya dêrsimê dike.
Evdalê zeynikê bi Surmelî Mihemed paşe re diçe xozanê ew jî mîna hemî kesên ku diçin wê derê nexweş dikeve ew nexweşî davêje her du çavên wî û kor dike lê belê tiştê herî bandora xerab li ser dike mirina Surmenî mihemed paşe ye. Piştî mirina paşe û korbûna çavên xwe gelek zîwar û perîşan dibe.
Rojek ji rojên payîza Serhedê Evdal li ber deriyê mala xwe rûniştî ye, dem dema çûyîna qulinga ne ku ji serhedê diçine welatê germ. Evdal guh dide qurîn û xuşe xuşa baskên qulingan ku li hewa difirin. Ji derdê koranî û feqîriyê dilê wî pir dişewite destê xwe davêje ber guhê xwe. Bi dengekî zelal û bilind li ser çûyîna qulingan kilameke pir bi dil şewat dibêje. Ji nişka ve ji nêrga ber malê qurîniya qulingekî dikeve guhê wî, gazî şûn kurê xwe Temo dike û jê re dibêje: --Temo lawo quling hemû firiyan ber bi beriyê ve çûn qêrîn û qurtîna qulingekî ji nav mêrgê tê yeqîn ew jî mîna min birîndar e ew jî derdekî wî heye ku ji refê xwe qetîya ye.
Temo dema ku diçe nav mêrgê bala xwe dide qulingekî baskê wî şikestî ye di nava mêrgê de bi tenê ma ye. Gava ku Quling Temo dibîne ditirse firekî dide xwe lê nikare bifire. Temo qulingê digre tîne cem Evdal, Evdal destekî li ser quling digerîne pê şadibe û çend stranên dilşewat jê re dibêje quling bi deng û şabûna Evdal aram û aş dibe û li ber çoka wî dimelise
Evdalê zeynikê bi alîkariya Temo vê qulingê derman dike û wê sax dike, Evdal ji derdê û kulên xwe re stranan dibêje û dilorîne. Quling wisa hênî Evdal dibe wekî evîndarekî şev û ro, deqe û saniyan naxweze jê biqete. Jiyana Evdal bi hevaltiya quling û ji wê çaxê diguhere.
Piştî korbûna Evdal mirin jê re bûye xelasiyek, ji vê sedemê gelek caran di kilamên xwe de behsa mirinê û daxwaza mirineke zû kiriye. Evdal nexweş dikeve û demekê bi vê halê xwe yê nexweş di nav nivînan de dimîne. Evdal ji zarokê xwe û neviyên xwe re wesiyeta xwe dike. Ji wan re dibêje ku: çend kilamên ku ji wan re hîştiye ji xezîneyên dunyayê tev bi qedr û qîmetir e.
Evdal dema jiyana xwe ya dawî di nav êşê de derbas dike û di sed û sêzdeh saliya xwe de diçe ser dilovaniya xwe.
Evdalê Zeynikê kedeke mezin daye wêje û çanda kurdî, li ser hemî aliyên jiyana gel stran çêkirine û gotine, ew bû dibistana dengbêjên Serhedê. Bi dehan bûyer û bûyerên serdema xwe, bi dengê xwe ji dîrokê re qeyt kirine. Dengbêjên ên mîna Reso û Şakiro pey wî re hatin û keda wî parastin û gihandin nifşên îro.
[1]
$Kilamên Evdalê Zeynikê$
Evdal kilama Xozanê u Dêrsimê zef hez kirîye. Wexta ku Evdal ber sekerata mirinêde bûye kurên xwe re dibêje ku ger wan her du kilamên min tu carî bîr nekin.
Wey Xozanê
Dîber
Şêx Ronî
Hayê li min
Lo Mîro
Lê Axçik Canê
Sincarî Talo
Ezê ji teyra teyrekî hur im
Evdal u Şêx Silê
Minê Li Hafa Nexşê Nexşîwanê
Dêrsime xweş Dêrsime
Heyla Wayê
Evla Begê Mîrê Zirav
Hekîmo
Evdal Kor e
Qulîng li serê me ha neke
Wey kaliyê wey korîyê
Evdal kore rê nabîne
Eyşo rabe çirê vêxe
Roj di Qolîbaba da welgerya (Kazoyê Garisya)
Haylê Metê
Rabe Rabe
Ezê bi diharê Qelenyê diketim (dema şerê 1885-1890)
[2]