Navê pirtûkê: Nîşan û Dawet
Navê nivîskar: Amed Tigrîs
Navê wergêr:
Wergera ji ziman:
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Apec-Tryck
Sala çapê: 1991
[1]
Îro mirov keç û jinên Kurd bi awakî hêsa ji hevdu derdixe. Keçên gund û bajaran servata (serserqot) ne. Porên wan dirêj û du kezîyên wan yên hunandî (vehandî) li pişt wan in. Lê yên bajaran carnan çîtên rengîn li serê wan in. Jin jî serê xwe bi melhêfa spî dipêçin. Li hinek herêman jin biskên xwe çêdikin. Heta çend sal berê hemû jin bi kofî bûn û heta 50-60 sal berî jî keçên Kurdan kum û kofî girê didan. Kofîyên jinên her herêmî ne wek hevdu bûn. Kofîyan bi şehr û temûziyan dipêçan. Koflyên herêmên Licê, Darahênê û Pasûrê ji yê herêmên din cudatir bûn. Girêya kofiyên wan, li pêş serê wan wekî kiloçê gayî bilind bûn û melhêfa spî davêtin ser. Kofiyên wan wekî kofiyên Iskîtiyan in: yên ku wê demê li ser keviran hatine çêkirin. Niha jî, hinek pîr bi kofî ne, lê jinên ciwan êdî kofî girênadin. Kum û koflyên herêmên deştê ji yên çiyê cudatir in. Berfireh û kiloçên wan tunin. Perik û zêrik bi kumên wan ve ne. Yên welatê Serhedê jî berfireh û kofiyên wan li paş serê wan in. Ji derê serî, kinc û girêdana jin û keçan wekî hev in. Lê, taybetiya kinc û girêdana xort û mêran tune.
Piraniya xort û keçan hevdu li ser kanî, li ber paleyî, bêrî, rezan, bêder an jî di şahî û şînan de hevdu dibînin. Kaniyên Kurdistanê, bergeh û serçaviyên dilketin û bengîntiyê ne. Dema xort bixwazin keçan bibînin, an diçin ser kaniyê, an jî li ser riya wan radiwestin û bi çavan nêçîrên keçan.