Navê pirtûkê: Merivên reben
Navê nivîskar: Dostoyevskî
Navê wergêr: Hesenê Metê
Wergera ji ziman: swêdî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Welat
Sala çapê: 1991
[1]
Varvara Alekseyevna min ya bêhempa!
Do ez bextiyar bûm, ewqas bextiyar bûm ku tewatî ne dikete min! Di dawiya dawîn de we dev ji serhişkiya xwe berda, û carekê be jî, we guh li min kir. Şeva çûyî, ez saet li 8an ji xew şiyar bûm. (Xoşewîsta min, mîna ku hûn jî dizanin, piştî karê vatiniya rojê ez hez dikim ku saetekê duduyan rakevim.) Min find vêxist, kaxez kişand ber xwe û min serê pênûsa xwe tûj dikir. Dema ku min serê xwe weha carekê rakir, bû kutekuta dilê min. Mîna ku we di dawiya dawîn de kul û kesera vî dilê min î reben fam kiri be. Min nêhirî ku perda pencera we hinekî ji hev vebûye û weke wê cara ku min xwesti bû, disa bi ber guldanika balsamînê(*) ve bû bû. Di wê gavê de mîna ku di pencerê re ruyê we bi ber çavên min bikeve. Ji min wetrê hûn jî li min dinêrin û min difikirin. Lê ez ewqast dilteng bûm ku, kevoka min, lewra min nikani bû ew bergeha serçavê we î xweşik ji hev derxista. Lê wextekê, ev çavên me jî bê mij û bê ximam bûn, xoşewîsta min. Pîritî birineke bêderman e, horiya min! Çavên min nuha her tarî dibin. Ku ez hinekî bixebitim û êvaran binivisînim, sibetirê çavên min sor dibin û hêsir jê tên. Ez şerm dikim ku yek ê min bi vê rewşa girî bibîne.
Lê dîsa jî min anuha di xeyalên xwe de pişirîna we dit, pişirîna we ya şêrin û dilovan. Ew pêjnên ku di wê ramûsana min de li min rabû bûn, anuha disa dilê min dagirtin. Varenka min, wê cara ku min hûn maç kirin, nizanim tê bira we an ne? Lê bi min wusa hat, mîna ku hûn di pencera xwe de gefan li min bixwin. Ma ne wusa ye, xaxcirîn! Di nama xwe de, bê peyv û bê gotin divê hûn yek bi yek van hemû tiştan binivsînin.