Eliyê Evdilrehman (1920 - 1994), nivîskarê kurd ê Sovyetê.
Elîyê Ebdilrehman di sala 1920an de li Wanê ji dayik bûye. Ji ber zexta dewleta Tirk a wê serdemê neçar ma tevî malbata xwe koçî Kafkasyayê bike. Di sala 1933an de çûye Ermenistanê û li gundê Hesenlû yê navçeya Êcmiyadzinê bi cih bûye. Kete Enstîtuya Mamosteyên Zimanê Kurdî û di sala 1937an de li wir qedand. Li zanîngeha Yêrêvanê xwendiye. Li Enstîtuya Perwerdehiyê ya Bakûyê bû mamoste. Di sala 1941 de, bi destpêka Şerê Wetenyê yê Mezin re, partiyek Sovyetê ket yek. Li ser axa Romanya, Polonya, Çekoslovakya, Ukrayna û Belarûsê li dijî Naziyan şer kir. Piştî ku şer xilas dibe, di Gulana 1945an de vedigere Ermenistanê û dest bi berhemanîna berhemên edebî dike. Di sala 1955an de di rojnameya Riya Teze de dest bi kar dike. Wî gotarên edebî û herwiha gotarên li ser pirsgirêkên civakî yên li ser kurdan nivîsandine. Pirtûka wî ya yekem di sala 1959an de hatiye çapkirin.
Eliyê Ebdilrehman di sala 1994an de koça dawî kir.
[1]
hin berhemên wî:
1.Morof
2.Gunde mêrxasan
3.li chia xerab
4.Hesreta min
5.Gulistan (werger)
6.Xate Xanim