Berhemên dîrokî bi sebreke mezin yek bi yeke bi kedeke hevpar hatine hûnandin. Hinek ji wan jî di pêvajoya sedsalan de ji ber bûyerên xwezayî derketine holê. Bi hezarên şkesftên veşartî ew bi çîrokên xwe yên berî hezarên salan têne nasîn. Ew yek ji stargehên herî kevin a li ser rûyê erdê ye û bi hebûna xwe pêşeroja vê axê ronî dike. Nav li vê çîroka qedîm hatiye kirin ku jê re dibêjin Şkefta Qîzikan.
Şkefta Qîzikan li ser pişta Miştenûr, li aliyê gundê Helincê dikeve. Berê li wan deran gelek dar û kelem, lawir û teyrên hov hebûn. Mirovên wê demê ji bo parastina xwe ji gelek metisiyan ev şkeft ava kirine. Şkefta Qizîkan jî wek gelek şkeftên din ên li Kurdistanê berî niha bi hezar sal bi destê kurdên detşa Sirûcê di kevirekî kilsî bi detan hatiye kolandin. Vê şkeftê navê xwe (Qîzik) ji keçikên Helincê ku dihatinê û têde stran, çîrok, gotinên pêşiyan, biwêj, dîlok û destanên evînî, lehengî û dîrokî ji hevre digotin. Her wiha tevin û teşî dirêstin û dûrin dikirin, Paşê xwarin dixarin û li wir dilistin, wergirtiye. Di germahiyan de jî bêrîvan li wir kom dibûn. û din re vedigotin û di zivistanan de jî xwe ji serma û barana diparastin, herwiha xortên ku ji artêşiya osmaniyan û firensiyan direviyan jî li wir xwe vedişartin. Û di demên Newrozan de jî dewleta Baes êrîş dibirin ser vê şkeftê ji ber ku xortan tekerên şewtandinê ji bo pîrozbahiyê li wir vedişartin. Hîn kes jî dibêjin ji ber di serdema osmaniya de gelek keçik di vê şkeftê de hatin kuştin û binaxkirin, lewma jê re dibêjin Şkefta Qîzikan.
Di şkeftê de Deriyek li aliyê rojhilat heye û di hundir de jî, dabeşî sê odeyên wek hev dibe. Odeya ku li aliyê bakur dikeve, bi pencereyekê bi ya din re vekiriye xelkên Kobanê ji wê teqê re dibêjin: (Qulika Heftaran) hîn jî efsaneyek di derbarê vê yekê de tê vegotin. Dibêjin ku ciwanekî mîrxaz divê qulikê re derbasî odeya bakur bûye ji bo ku heftarê di hundir de bikuje ji ber ku bibû mîna şevtirskê ji gundiyan re. Ji aliyê çepê yê deriyê şkrftê ve hinek nivîsê mîxî û neqiş hene, lê ta niha jî dîrok û wateya wan nehatiye naskirin. Her wiha li odeyên din jî bêşigeke kevirî hebû. Nê zanîn ku ji kengî ve û ji ber çi sedemê keçikan dev ji vê şkeftê berdane, lê yak u tê zanên ku ev şkeft heya demekê bibû ware lîstokên zarokan.[1]