Danesîneke kurt li ser keleha Ceberê
Her miletek bi cih û warên xwe dewlemend û xweşik dibe. Her miletek bi kevnepoşî û asarên xwe yên dîrokî li ser lingan dimîne û xwedî wateyeke pîroz dimîne.
Çendî bask û balindeyan perên xwe bi ser vê bejahiya avî firandine û bûne şahidên gelek rûdanên dîrokî. Û çendî hin cih û warên dîrokî hene ku roja îro hem ji me re bûne cihê geştiyariyê û hem jî bûne belge û çavkaniyên dîrokî ku vedigere hezarên salan. Belê em ne dûr in, em li vir in û li rex çemê Firatê dibin mêvanê cihekî dîrokî. Em vê carê dibin mêvanê Kela Ceberê.
Parêzgeha Reqayê, li bakurê Sûriyê, ji sedsalan ve xwedî şûnwarên dîrokî yên navdar e. Di dîrokê de, Çemê Firatê yek ji wan deveran e ku ji hêla gelek şaristanî û kombûnên mirovî lê bi cih bûne. Keleha Ceberê jî yek ji wan cihên dîrokî yê herî girîng li Sûriyê ye, ji ber ku ew beşekî girîng a xerîta şûnwarên bakur temam dikê. Keleh bi cihekî stratejîk ku berê xwe dide Firatê dikevê.
Keleha Ceberê li aliyê rojhilat ê çemê Firatê dikeve, pênce kilometreyî dûrî bajarê Reqeyê ye û deh kîlometreyî dûrî bendava Firatê ye. Keleh li ser girekî kilsî ku rengê wê gewre hatiye avakirin. Keleha Ceberê bi 347 metreyan bi ser gola Firatê dikeve. Dirêjahiya kelehê ji bakur heta başûr 320 metre ye û ji rojhilat heta rojava 170 metre ye. Her wiha du sûrên bilind yekî hundirîn û yekî derve ku di navbera wan de tenê çend metre hene, dora kelehê digirin û di nav her du sûran de jî 35 bircên parasitê hene. Deriyê kelehê li aliyê rojava dikeve û di nava kelehê de jî kerîdorekî mezin heye, ew kerîdor dighêje salona mezin ya kelehê. Herwiha hin kerîdorên din jî hene dighêje hemû odeyên kelehê.
Di nava kelehê de camiyeke mezin heye û minareya wê jî li ser lutikeya herî bilind ya kelehê ye. Li aliyê kelehê yê rojava, hin mal hene ku tê gotin ew mal berê yên mîr û şahên wê serdemê bûne. Ji ber barana zêde û rawestandina xebatên çêkirinê, hin parçeyên kelehê hilweşiyane û Bircê Xerîb êş dît û niha tevî bircekî din ê çavdêriyê li ber hilweşînê ye. li gorî ku di çavkaniya de derbas dibe, berpirsên Komîteya Şûnwaran a Tebqayê dibêjin heke bi lez ev birc neyê çêkirin, dê hilweşin.
Bircê Xerîb ji ber şêweyê ne ji rêzê yê lêkirina wê, bi vî navî hatiye binavkirin. Bingeha birc ji axê ye û parçeyên jor jî bi keviran hatiye çêkirin. Cihê azanê yê li lûtkeya kelehê jî roj bi roj xwar dibe û ew jî wekî parçeyên din ên kelehê li ber ketinê ye.
Li gorî hin agahiyên dîrokî navê kelaha ceberê berê Doser bûye, Doser jî navê kesê ku di serdema Niman kurê Minzir di salên 582`an ta salên 606`ê zayînê de, ev keleh ava kiriye.
Di sedsala 11`an de, dema ku Mîr ceber dagirkerî anî ser vê kelehê, navê kelehê ji wê demê de, dibe Ceber. Pêre Nûredîn Zenkî 42 salan ev keleh dagirkiriye û di salên 1260`î de kete bin desthilatdariya Holako û Holeko ev keleh wêran kir, lê paşê Mamelîkan ev keleh careke din ava kir.
Di şerê Sûryayê de gelek caran hêzên çekdar ev keleh bi dest xwe xistine û gelek cihên dîrokî tê de wêrankirine. Yek ji wan cih û tiştên dîrokî ku hêzên çekdar wêrankirine û dizîne peykera Eştar e. Ji wan jî di 2014`an de Daiş gelek peyker û cih di vê kelehê de wêran kirin.
Berê di hundir kelehê de goristanek hebûye û tê de pênc gor hebûne, lê Daişê ew gor tev de wêran kirine. Ji berê ve geştiyar çi ji hundir Sûryayê û çi ji derveyî Sûryayê her sal ji meha Adarê ta Cotmehê serdana keleha Ceberê dikirin û ger û seyrana xwe li wir temam dikirin. [1]