Di dîroka hunera kurdî de, yek ji dengxweşên mezin û binav û deng; Hesen Zîrek e. Hunermendê qedirbilind Hesen Zîrek di 29'ê mijdara sala 1921'ê de, li bajarê Bokanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Navê wî yê rast Hesen û paşnavê wî Esedê Bokanî ye û nasnavê wî yê hunerî jî Zîrek e.
Ew her dem di ciwantiya xwe de wekî stranbêjekî zîrek dest bi gotina stranan kiriye, lê mixabin ji ber mirina bavê xwe Ebdelah ku bandoreke gelekî xemgîn li ser wî kiriye, ew neçar dimîne dev ji gotina stranan berde û kar û debara malê bigire ser milê xwe.
Ew dibe yek gavanên dewlemendên bajêr û li rex karên gavaniyê, karên xulamtî , çandinî û rêncberiya di nava gundan de dike. Carinan li ser karê xwe sewtekî berz bi ser çiya û newalên kurdistanê de berdida.
Hîn di temekî ciwan de, bi dengbêjên dawet û şahiyan, ên herêma Mukriyanê ve dest bi stranan dike, lê pêwîstî bi debara malê hebû. Çi kar ber wî biketa dikir. Hesen Zîrek li ser vê meselê wiha digot:
''Ez li Rom, Îran û Îraqê geriyame û li tu derê, cihek ji min re peyda nebû''
Ew di piranî temenê xwe de, her rojek li gundekî an bajarekî kurdistanê jiyana xwe borandiye û li her deverên Kurdistanê geriyaye. Zîrek di jiyana xwe da hêsîr û hesretê du tiştan bûn, nanê zikê xwe û hunera kurdî. Ew her du tiştên ku bi hev re ruh tijî û têr dikirin.
Hesen Zîrek di 23-24 saliya xwe de, di sala 1954'an de cara yekem dengê wî di radyoya Bexdayê de, gihîştîye hemû guhdar û quncikên welêt. Dengê wî ji wê salê û pê ve heta roja îro dibe rêya xemla dîlan, kêfxweşî û şahiyên civata kurdî. Hinek çavkanî didin diyarkirin ku navê strana wî ya yekemîn ''Derwêşê Girmê'' ye ku li bajarê Silêmanî hatiye tomarkirin.
Ew heta sala 1968'an, bû karmendê radyoyê û her hefte bi awayekî rêk û pêk bi orkêstraya radyoyê re çend stran tomar kirine. Ji bo çûna wî ya radyoyê jê re dibe wek jidayîkbûnekê nû. Tevî ku hîn feqîr bû, bi rêya stranan re bû xwedî derdoreke baş. Êdî dengê wî bi rêya radyoyê re pêlên xwe li her deverê belav dike.
Hesen Zîrek ji 11 saliya xwe de, heta dawiya jiyana xwe mirovekî derdkêş, birîndar û bi xwezî bû. Ji kûrahiya dilê xwe stran digotin û dengê hunera wî li ser her kesekî bandor kiriye. Dengê wî sînor derbas dikirin û mêvanê hemû malan bû. Dengê wî sînorên Kurdistanê jî derbas kiriye û gihîşt Bexda, Tehran, Tewrês û li Stenbolê belav bû. Ereb, Faris û Tirkan ev dengê ezmanî guhdar dikirin.
Di 14'î meha tebaxa 1959'an da li ser daxwaza radyoya Kurdî ya Tehranê vedigere Îranê û di gel orkêsrayên cur b cur li Tehranê kar û xebata mûzîka kurdî dimeşîne. Herwiha carinan li radyoya Tewrêsê li Ezerbecanê jî stran gotine. Piştre di salên 1960'î de berê xwe dide Kirmanşanê û li radyoya Kirmanşanê piraniya karên xwe yên hunerî dimeşîne. Wî orkêstrayek bi navê ZÎREK jixwe re ava kir, xebata wî li radyoya Kirmanşanê heta sala 1966'an, berdewam kir.
Di havîna sala 1968'an de, li nêzîkî bajarê Baneyê li 'Kanî Mela Ehmed' çayxaneyekê ava dike û tê de dixebite. Di wê serdemê de bi hevsera xwe ya nû, Rabîayê re dijî. Ew jiyaneke nexweş derbas dikin. Zîrek di kasêteke ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye, dibêje:
“Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xweş heye. Heke hûn bên û bibînin, hûnê ecêbmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê Kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu faydeyek neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez Kurd im û bi zimanê Kurdî qise dikim.”
Li gorî gotinan bi hejmaran stranên Hesen Zîrek zêdetirî 1050 stranî hene, di stranên wî de gelek alî bi peyvên çanda kurdewarî têne dîtin. Di stranên wî de jin û keç xwedî cihekî taybet in. Hemû helbestên wê demê rêya stranên wî re pêlên xwe belav kirine. Di stranên wî de navên kurdî, pend û gotinên pêşiyan, çîrok û çîrvanokên bav û kalan ku heta roja îro jî bikar tên di bingeha hunera Hesen Zîrek de xwedî cihekî taybet in.
Ji sala 1971'an û pê ve demek diçe Hesen Zîrek êdî di nav civatan de nayê dîtin, kes nizane ew li ku ye. Lê xeberekî nexweş li her deverên kurdistanê belav dibe, ku ew nexweş ketiye û derdekî giran lê peyda dûye. Êdî ew bo cara herî dawî vedigere warê bav û kalan bajarê Bokanê, li nexweşxaneya bajêr tê razandin û ji hemû aliyan da hevalê dost û nasên wî serdana wî dikin. Lê bijîşkê wî bi xemgîn piştî emeliyatê ji xizmên wî re wiha dibêje ''penceşêra kezebê dê di demek nêz de, wî ji jiyanê cuda bike''.
Hesen Zîrek di roja 26'ê hezîrana sala 1972'an de di mala xwîşk xwe Sarayê, çavên xwe ji jiyana xwe qut dike. Wê rojê hemû Kurdistan, Bokan û Mihabat xemgîn bû. Wê rojê strana Hesen Zîrek di guhê her kurdekî de olan dida. Di Roja îro da, di ser mirina wî re ewqas sal derbas bûne û hîna jî ew dengê xweş tê bihîstin.