Nav û paşnav: Mehmûd Ehmed
Navê tevgerî: Dilgeş Kobanê
Navê bav: Mihemed Elî
Navê dayîkê: Zelîxa
Cih û dîroka jidayîkbûnê: 04-07-1996 gundê Bilik
Asta xwendinê: Navîn bi zimanê erebî
Dîroka telêbûnê: 07-03-2016
Dîroka şehadetê: 22-04-2016 Tebqa, Reqqa
Şehîd Mehmûd xortekî ciwan bû. Di nav malbateke welatparêz de jiyan dikir. Malbata wî ji deh kesan pêk tê, pênc xort, sê keç û dê û bav. Ew xortekî dilnizim û ji jiyanê hezdikir. Ew her tim rû li ken bû. Her kesê derdorê ji wî hezdikir, ji ber dilnizmî ya wî. Wî xwendina xwe ta refa nehan bi zimanê erebî domand. Paşê ji ber ku ew lawê mezin di malbatê de bû, wî di kar de alîkariya bavê xwe kir ji bo hêsankirina jiyana malbatê. Piştî vê yekê şoreşa rojavayê Kudistanê dest pê bû. Di wan deman de ew tevlî hêzê ewlekariyê (asayîş) li gel bavê xwe bû. Heta beriya koçberiya Kobanê ew li ser karê xwe bû û paşê bi malbatê re ji neçariya şer derbasî bakurê Kudistanê bû û bavê wî li Kobanê ma ta ku rizgar bû. Piştî vegera ji bakurê Kudistanê dîsa ew vegeriya ser karê xwe gel bavê xwe. Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê, hêzên ewlekariyê yên taybet (H.A.T) ji aliyê Ş. Xemgîn Amûdê ve hat ragihandin û Ş. Mehmûd bê dudilî bi hejmareke biçûk bi hevalên xwe re derbasî hêzên taybet bû. Demeke dirêj bi wan re derbas kir. Derbasî gelek şer li hember daîşê bû. Wî di himleya Reqqayê de jî gelek berxwedanî kir. Piştî vegera ji hemleya Reqqayê bi demake kurt û li ser biryara wî dîsa di hemleya Tebqayê de dixwest beşdar bibe. Ew bi hejmareke biçûk bi hevalên xwe re diçû Tebqayê. Ew di rê de bûn dikirin bi keştiyeke biçûk di nava çemê re derbasîTebqayê bibana, lê sed mixabin ew negihîştin. Çawa ku li keştiyê siwar bûn û xatirê xwe xwestin û bi rê ketin keştiya wan di nava avê de hat xwarê, di encamê de çar heval şehîd bûn û çar jî ta rija îro jiyan dikin. Ji çar hevalên ku gihîştin asta şehadetê yek ji wan Ş. Mehmûd bû.[1]
Ji dengê Xwîşa wî Dilvîn