Navê pirtûkê: Di Serdema Dereng Ya Osmanîyan de Wêjeya/ên Kurdî
Navê nivîskar: Ömer Faruk Yeltaş - Servet Erdem
Navê wergêr: Dawid Yeşîlmen – Ömer Delikaya
Wergera ji ziman: Tirkî
Cihê çapkirina pirtûkê:
Navê çapxaneyê: A Grafik
Sala çapê: 2016
Erdnîgarî qeder e
Erdnîgarîya ku kurd wekî niştecih lê dijîn, ango Kurdistan, di dawîya
sedsala 19an de, di navbera mîrîtî, sazîyên kevin û nû, ol, mezheb, împaratorî û zaravayan de rengekî parçebûyî nîşan dide. Erdnîgarîya
parçebûyî, wekî di roja mede jî wisa ye, sedema sereke ya parçebûna wêjeya kurdî ye. Pevgirêdaneke bi vî rengî ya di navbera erdnîgarî û wêjeyê de
me pir behitî nahêle. Lêbelê, ji bo Kurdistan û wêjeya kurdî, divê mirov têkilîyeke wisa bide ber çavan ku ji têkilîya di navbera erdnîgarîyek û
wêjeyeke li ser wê erdnîgarîyê tê afirandin pir wêdetir e. Wekî ku Îbn Xeldûn dibêje “Erdnîgarî qeder e”; lê bi taybetî ji bo Kurdistan û wêjeya
kurdî, mesele ji dîyarkirineke yekalî zêdetir qedereke hevgirtî ye.Di serdema dawî ya Osmanîyan de, metirsîya ku tevgerên neteweperestîyê derxistîye
holê; bûye sedem ji bo navenda ku dixwest yekîtîya xwe biparêze ku bi heman refleksê nêzîkî hemû pêkhateyên împaratorîyê
û tevgerên wan pêkhateyan yên modernbûn û netewebûnê bibe. Ber bi dawîya sedsala 19an ve, kurdên ku di têkilîyên xwe ye bi navendê re xwedî
xwesteka qebûlbûyîn û modernbûnê bûn jî, bi wê refleksa xweparastinê ya navendê re rû bi rû man. Lê wekî ku lêkolîner Hakan Özoğlu, Djne
Rhys Bacalan jî dîyar dikin tevgera neteweperwerîya kurd bi rûdana xwe ya necudaxwaz ji tevgerên din yên neteweperwer vediqetîya. (Özoğlu
19; Bajalan, 145). Digel ku tevgerên neteweperwer yên di nav sînorên împaratorîyê de yên wekî rûm, arnawid bi giştî li ser îdeala dewleteke
azad hatibûne avakirin, xwestekên rewşenbîr û bûrokratên1 kurd yên wê dewrê ji nav sînorên neteweperwerîyeke çandî derneketine. Berevajîyê
tevgerên din ên neteweperwer di dewra dawî ya Împaratorîya Osmanî de, neteweperwerîya kurdî wekî bertekeke li hember belavbûna împaratorîyê derketîye holê.[1]