Girê Hemoker
Girê Hemoker li Bakur Rojhilatê herêma Xabûr li cem çiyayê Şengalê ye. Ev gir dûrî bajarokê Girê Koçer bi 10 km ji aliyê Rojava ve û dûrî bajarê Qamişloyê 68 km ji aliyê Başûrê Roj hilat ve; dikeve.
Girê Hemoker ji cihên girîng û kevin ên Mezopotamyayê ye û yek ji niştecihên mezintirîn di serdema Bronza kevin de ye (3000-2000) b.z. Girîngiya vî girî ji cihê wî yê ku li ser riya bazirganî ya di navbera Nînewa ü Yemhad de.
Destpêka niştecihbûnê li Hemoker vedigere her du qonaxên Helef û Ebéd (hezarsala pêncan b.z). Hemoker wek bajarekî xweş û geş herî kêm di destpêka hezarsala çaran b.z; xuyaki riye, ku di vê demê de bûbû navendek ji bo çêkirina amûrên kevirîn mîna Ebsidyan (sebc) û serê şûran ên ku ji
çiyayê Kurdistanê (ji herêmên Derya Wanê) weke bûjenên xav; dihatin. Piştre ew çêdikirin û henardin ji deve rin din re berî ku madena mesê bi kar bînin.
Niştecihbûn di nava hezarsala 3'an de b.z; berdewam kir. Her wiha qewa ra wê bi domana demê re zêde bû ta gihaşt 105 hiktaran. Û hejmara şîniyên wê gihaşt 2500 mirovî di nîvê hezarsa la 3'an de b.z. Piştî dema qûtbûnê di vî cihî de di hezarsala dudyan de b.z, niştecihbûn di nava qonaxa Aşûriyan a nû de ya di nivê hezarsala yekemîn de b.z; jinûve lê vegeriya. Di wê demê de qewara bajêr biçûk bû ta gihaşt teşeyê gundekî biçûk ku qewara wî gundî 5 hiktar bû. Her wiha niştecihbûn li paçeyê Bakurê Rojhilat ji bajarê nizim bû. Piştî rûxandina dewleta Aşûriyan li ser destê dewleta Mîdî û Babilî di sala 612 b.z ev cih ji mirovan vala bû lê di çerxa duyem de b.z li ser destê dewleta silqoyî ya girîk; ji nû ve hat niştecihkirin.[1]