Girê Erbîd
Girê Erbîd li herêmên Xabûr nêzî Girê Çaxirbazar ê şûnwarî dikeve. Gir li aliyê başûr rojavayê Bajarê Qamişlo bi 28 km dikeve.
Girê Erbid yek ji cihên girîng e di roj hilata kevin de. Di destpêka hezarsala sisyan de b.z xuyakiriye weke bajarê herî girîng li bakurê Mezopotamyayê. Ev cih ji girekî sereke ku li derdora wî çar girên biçûk hene pêk tê. Rûbera vî giri dighêje 38 hiktaran û ji deşta ku ew rapêçandiye bi 30 m bilintir Bermahiyên niştecihbûnê yên yekem vî cihî vedigere hezarsala pêncan b.z. ev niştecih di nîvê yekem hezar sala sisyan b.z. pêşketiye her wiha qe wareya vî cihî zêdebûye ta ku rübera gihaşt dora 10 hiktaran. Di dawiya hezarsala sisyan de b.z rêzbûyerên guhartinê rudan ku qewara niştecihê
biçûk bû û avasaziya xanî û avahiyên nişigehiyê kêm bûn.
Di nîvê hezarsala dudwan b.z de, ev bajar bû parçeyek ji Imperatoriya Hûrî Mitanî ya mezin, komikên xaniyan ên ji heriyê hatine çêkirin li ger şêwazê Mitanî her wiha kolan, goristan û ko mek muhrên stûnî yên ku vedigerin vê qonaxî hatin dîtin. Di nava hezarsala yekem de b.z. niştecihbûn bi awayekî ber bi çav kêm bû, ta qonaxa Helsentî bibû wek bajarekî biçûk.
Lêkolîn lêkolînên yekemîn li vî cihî di navber 1934-1936 an de, ji aliyê şandeya Birîtanî ve û bi rêveberiya Max Malwan) dest pê kir. Piştre ji aliyê şandeya hevbeş a Sûrî-Polonî bi serokatiya Rafayêl Kolînîskî ji sala 1996'an de jinûve dest pê kir. Van lêkolînan parestgeh, xanî û şûnwariyên cur be cur vedigerin qonaxên cuda dorpêç kirin.[1]