Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fahrettîn Kiliç û Eylem Akdag li Amedê bi nivîskar Firat Can re peyivîne.
Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fahrettîn Kiliç û Eylem Akdag li Amedê bi nivîskar Firat Can re peyivîne. Wî di hepsê de 3 pirtûkên li ser têgehên “Şîn” û “Hêvî”yê nivîsandin û got, wî hêza ji bo nivîsandina van pirtûkan ji têkoşînê girtiye: “Cihekî ku hêvî hebe mirov dikare behsa azadiyê bike. Yek ji tiştên ku di hucreyên Şamê de ez li ser piyan girtim, hêvî bû. Bi hêviya azadiya gelê Kurd min li ber xwe da.”
Firat Can di 1'ê Tîrmeha 1982'yan de li gundê Şêxika yê Sasona ser bi Êlihê ji dayik bûye. Salên destpêkê yên 90'î ji ber zextên dewletê neçar dimînin ku koçî navenda Êlihê bikin. Ji ber zextên dewleta Tirk jî malbat paşê koçî Stenbolê dike. Sala 2011’an li Sûriyeyê tê girtin û rejîma Sûriyeyê jî wî radestî Tirkiyeyê dike. Nivîskar Can, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 11 salan di hepsê de ma û 13’ê mijdara 2021’ê hat berdan.
Can, bi hêviya azadiya gelê xwe girtina xwe veguherand firsendekê û pirtûkên bi navê “Hep Mavî Kal (Her Tim Şîn Bimîne)” , “Umuda Bir Ülke (Ji bo Hêviyê Welatek)” û “Mavi ve Umut (Hêvî û Şîn) nivîsand.
Ew wiha behsa zehmetiyên nivîsandina di hepsê de dike, “Çi bi Kurdî û çi jî bi Tirkî ferq nake, lê belê ji bo di rûpelên dîrokê de winda nebin, dixwazin binivîsin. Gelek heval jî dema pirtûkên xwe dinivîsin, bi zehmetiyên gelek mezin re rû bi rû dimînin. Zehmet e ku mirov cihekî bêdeng peyda bike. Li ser vî esasî gelek heval dema dinivîsin, ji wextê xwe yê razanê dibirrin û bi şev piştî saet 12.00’an dinivîsin. Mînak min nivîsên gelek ji nivîsên xwe wan wextan nivîsandin. Mesela dema pirtûka min a bi navê “Umuda Bir Ülke” derket û ji min re şandin, lijneya girtîgehê, tevî ku biryara komkirinê jî derbarê pirtûka min de nebû, pirtûk nedan min. Madeyeke wan a wisa heye, her çiqas biryara komkirinê nebe jî bi hinceta dê zirarê bide ewlekariya girtîgehê pirtûkê nadin te.
Bi vî awayî gelek hevalên din tevî ku ti biryar tine ne jî pirtûkên wan nadin wan. Di heman demê de dema tiştekî bi Kurdî dibînin, weke ku gayê sor dibîne, çawa aciz dibe, pergal jî wisa aciz dibe. Ne dixwaze di girtîgehê de Kurdî bi pêş bikeve û ne jî dixwaze der barê têkoşîna gelê Kurd de tiştek were nivîsandin.”
Çima nekarî bi Kurdî binivîse
Li sedema bi tirkî nivîsandina xwe jî Firat Can dibêje, “Niha şert û mercên girtîgehên ku ez lê girtî mam, her tim pirr dijwar bûn. Di hinek girtîgehan de li dijî zimanê Kurdî zext pirr zedê ne, pirr zêde bûn. Me nedikarî nameyan binivisînin, nameyên ku bi Kurdî dihatin nedidan me.
Rojnameyên weke Azadîya Welat nedidan me, rojnameyên ku piştî Azadiya Welat derketin jî nedidan me. Min xwest ku bûyeren bi serê min de hatine, binivîsînim, min sozek bi vî awayî dabû xwe. Lê min rewşa girtîgehe nêrî, girtîgeh li dijî zimanê Kurdî pirr dijwar e, her tim legerîn çedibûn, tiştên ku min nivisîn, bibînin wê ew nivîs winda bibûna. Me biryara nivîsîna bi Tirkî da. Nivîsandina min a bi Tirkî ne tercîhek bû, min ji neçariyê nivîsand. Nexwe di aliyê ziman de ti pirsgirêkên min tine ne, ez di her warê jiyanê de bi Kurdî diaxivim, dinivîsînim û dixwînim. Lê ji ber zextên girtîgehê, min her sê pirtûken xwe jî bi Tirkî nivisandin.”
Teşwîq û rexneyek
Lê ew niha kitêbeke ku bi Tirkî di hepsê de nivîsandiye ji weşanê re amade dike, û herçî Kurdî ye ji xwedê re dihêle: “Hinek plan û bernameyên min hene da ku ez bi Kurdî binivîsînim. Lê ji ber ku ez nû ji girtîgehê derketim, hêj adaptasyona min a derve çênebûye.” [1]
Axir gava me ev qismên roportajê neqandin, me dît ku esas rexneyeke cidî di warê nenivîsandina bi Kurdî de li xwe nagire. Hêvî dikin nûçeya me bibe teşwîqeke ji bo nivîsandina bi Kurdî; qet nebe ji bo bersivê bide, dijminê Kurdan ê ku li gorî Firat Can “Ne dixwaze di girtîgehê de Kurdî bi pêş bikeve û ne jî dixwaze der barê têkoşîna gelê Kurd de tiştek were nivîsandin.”