Dema min rahişt vê romanê û bi helbestê dest pê kir, rastî kêyfa min jî bidestpêkê re jê re hat. Jixwe, hemû romanhez wisa dibêjin ger paragrafa ewilî rûpela ewilî xwendevanî bikişîne hundirê bûyera xwe, ew ê romanê nîvçe nehêle. Romannûs Kamran Simo Hedilî ev kar bi hostatî kiriye. Vê helbestê jî hinek agahî bi helbestkî li ser Pêxember Manî dane, hema bûyer tam çawa qewimiye, mirov tê nagihije, ji ber wê jî meraqa encama romanê li min girt. Ya din jî, min hinek tişt bihîstibûn li ser Pêxember Manî, hema zanîna min ne zelal bû. Dema bûyerê bi postkirina Pêxêmber Manî dest pê dikir, bala min zêdetir çû ser mijarê. Êdî kurmê xwendinê ez girtim û min xwest demildest bixwînim. Ez dema romanekê jî dixwînim, bûyera li ser nivîsandina romanê jî wek helbestkar dibêjin ‘ew xwe min dide nivîsandin’ ya min jî nivîsandina çend gotina ji ber vê ramana xwe bi min da nivîsandin.
‘ …bi tariya êvara heştan a jidayikbûna kurik re, sê mêrên rihdirêj hatin malê bi hatina wan re rengê Patîg bi temamî guherî. Ji ber kelecanê, nedizanî destên xwe yên dilerizin çawa veşêre…Pîrozayê, mêvanên ku xwe nîşanî kesî nedidan, cara pêşî bû ku didîtin… [1]