Ednan Dogan di sala 1964’an de li Nisêbîna Mêrdînê li gundê Wêsîkê ku îroj bi navê (kuҫeya Abdilqadirpaşa tê nasîn) hatiye dinê. Dibistana xwe ya seretayî li gund diqedîne û li Nisêbînê dibistana xwe berdewam dike. Ednan bi eslê xwe ji gundê Dêrikfanê ye ku girêdayî Kercosê ye. Ji hinek sedeman nikarîbû zanîngehê bixwîne di sala 1981‘ê de di temenê biҫûkahiya xwe de dest bi karê bazirganiyê dike û di sala 1983’yan de dema li kargeha xwe bû, ji alîyê leşkeran ve ji ber sedema alîkariya siyasetvan û şoreşgeran dike tê girtin.[1]