Navê pirtûkê: Dîroka dugelên Kurdan (600-1500)
Navê nivîskar: Ebdullah Varlî
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Sîpan
Sala çapê: 1997
[1]
Xandevanên delal! Bi rastî armancên min di nivîisandina bi zimanê Kurdî da hey pêkanîna fermanê Yezdan in. Loma ewî bi xweber gotîye; “Hebûna zimanên curecure beratên hebûna mine “Quran-Ferkera Rom/22. Ji ber vê yekê Yezdan çiqas peygemberek şandîye, hey ewî peygemberî bi zimanê wî komalê ku li bal va hatîye şandinê zanîbûye. Heke wusa nebûya armanca ragîhandîne pêk nedihat. Yezdan di vê dabaşê da aha gotîye; “Me çiqas peygember şandîye, me hey ewa bi zimanê komalê wî şandîye, ji bo ku ewa ji wî komalê xwe ra (Qedege û durust, xelat, celatên) me bi huzwartî û vekirî bêje. Quran-Ferkera Ibrahîm/4. Ji ber van mercan Ola bi nav Eşerî gotîye; Hebûna ziman niqandin û fêrkirina Yezdane û nîşana xwe jî “Yezdan bi Adem hemî nav û navdan hînkirîye.” Quran-Ferkera çêlekê/30. anîne. di vê dabaşê da ewan aha biryar dane; Bîrkirina ziman gunehê mezine, wekî kujrawî û hîzayê, lê dabîrkirina ziman filetî bi xwebere. E1 Millet we el Dîn Dr. Neqawî s: 90-133, çap: 1359 H. û Mehmed Sadiq. Dest nivîsî. s: 12.
Yezdan ji bona ku tu kes evan mercan ne gure, aha ferman dike: “Tu îdî ji bona Kêşê ra rast girêdayîbe, loma (rêzika) Kêşî (xûyê) aferandina Yezdane, ku meriv li ser vî xûyî aferandine. Tu guhurandin ji bona aferandina Yezdan ra tuneye “Quran-Ferkera Rom/30.
Kesê ku ji bona van biryarên Yezdan sêwrandina guhurandinê bike, Yezdan ji wan ra jî aha dibêje; “Yezdan li Pelîd deherandin kirîye. Ewî ji Yezdan ra aha gotîye; Bi rastî ezê ji bendên te pareke dîyarkirî bigirim.... Eva rîya bav û kalê mine, ez li ser diherikim, fermo hûn jî bi min ra werin.