Kakşar Oremar nivîskarsekî kurd e. Biyografiyên navdarên kurd ên Kakşar Oremar bi nav û deng in.
Dibistana destpêk û navîn li bajarên Tewrêz û Ûrmiyê bi dawî anîne. Ji ber pirsgirêkên siyasî û karê rojnamevaniyê nekarî xwendina xwe ya bilind li Îranê bidomîne. Ji ber helwesta malbatê ya ji bo doza Kurdistanê gelek caran ji hêla dewleta Îranê ve rastî girtin, zulm, heqaret û zextên giran hatiye.
Ji salên 1990î û pê de dest bi karê lêkolînvaniyê li ser jiyana kesên navdar ên kurd û mijarên dîrokî kiriye. Ji ber ku naveroka nivîsên wî siyasî bû, beşa sansorê destûra weşandina wan di kovarên weke Sirwe û Awêne de nedida. Oremar ji salên 1993an heya derketina xwe ya ji Îranê di 1997an de bi gelek yadigarên serdema Komara Kurdistanê re hevpeyvînên dîrokî û dûr-dirêj pêk anîne. Ji wan kesên weke nemiran: Mîna Qazî, Menaf Kerîmî, Mihemed Şapesendî, Dr. Seyîd Ezîz Şemzînî, Dr. Haşim Şîrazî, Tahirxan Simko, Celîl Gadanî û hwd ku wek proje ji bo çapê weke sê cild amade ne û cilda yekê di 17ê kanûna pêşîn a 2019an de ji hêla weşanxaneya Sîtav ve hate belavkirin ku bi germî ji çar aliyên Kurdistanê hate pêşwazîkirin. Ew hevpeyvîn heya niha gelek caran bi kurtî di malperên internet, kovar û rojnameyên kurdî, tirkî, farsî û almanî de hatine weşandin.
Ji sala 1998an li Ewropayê di MED TV, Mezopotamiya TV, Medya TV, Roj TV, Ronahî TV, Newroz TV û Stêrk TV de dehan bername li ser jiyana kesayetiyên kurd dirust kirine. Her wiha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nivîsên wî bi zimanên kurdî, tirkî, erebî, almanî û farsî hatine wergerandin û weşandin.
Berhemên wî yên çapkirî
Dengê Azadîyê, Sembola biratîye: ARAM TÎGRAN - 2012 Amed, Çapa Duyê 2015 Amed – Şaredariya Mezin a Amedê
Pirensesa Bêtac û Text: Eyşe Şan - 2012 Amed, Çapa Duyê 2015 Amed - Şaredariya Mezin a Amedê
Dîmane le gel Dayîkî Kurd Mîna Qazî (bi pîtên aramî û zaravayê Soranî)- 2013 Silêmanî
Mêjûy Komarî Kurdistan le Wêne da ( Pareke arşîva wêne û dukomentên serdema desthilatdariya Komara Kurdistanê ku nasnameya wêneyan hatiye nivîsandin û şîrove kirin). 2013 Silêmanî
Berhemên wî yên din li ber çapê amadekirî
Proje û pirtûkên wî yên li ser du mijarên dîrokî û hunerî jî ji bo belavkirinê amade ne. Hinek ji wan:
Heft Stêrkê Botanê
Qumirîka Kurdistanê, Jiyan û karên hunerî yên Gulistan Perwer+ Belge filîm
Yadigarên Komara Kurdistan- Hevpeyvîn, analîz, arşîv û belegeyên dîrokî(Cilda yekê hatiye belavkirin, cidên 2 û 3 jî amadeyî çapkirinê ne )
Navdarên Kurd- Jiyana kesayetiyên ku di warê siyasî, hunerî û wêjeyî da xwedî nav û berhemên diyarin
Gera Pênûsê: Nivîs, Raport û nêrîn.
Kakşar Oremar niha li ser projên nû jî dixebite û di karê ragehandin (rojname, bernamên TV û kovar û malperên înternetê ) de kesekî pir aktîv e. Ew di PENa Kurdî de ji karê endametiyê bigire heya sekreterî û berpirsyartiya komîteya Parastina mafê rojnamevan û nivîskarên di girtîgehê de xwedî erk û çalakîyan bûye. Herwiha ew nivîskarê rojnameya rojane a E-Rojname ye ku li ser rêbaza rojnameyên weke Welat, Azadiya Welat e û hwd ne ku li Amedê tê weşandin. Ew bi nivîs û dusyayên xwe bi awayê heftane ji wê rojnameyê re dinivîse. Ji xeynî belgefîlmên li ser jiyana hunermend, nivîskar û siyasetmedarên kurd, bernameyên wî yên taybetî di hinek TVyan de li ser mijarên dîrokî hene.
Kakşar Oremar niha li welatê Almanya dijî û di Stêrk TV da mijûlî dirustkirina bernameya navdarên kurd e.[1]