Vejîna Kurd
Jinek ji Herêma Efrînê ye. Li sala 1975an ji dayik bûye. Xwendina xwe li herêmê û li bajarê Helebê kuta kiriye. Dûvre karê mamostetiyê li Efrînê kiriye.
Li sala 2012an li Sazya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Efrînê fêrî rêzimanên Kurdî bû. Dûvre bû endama wê saziyê û gelek korsên zimên fêr kirin. Ji wê salê de jî dest bi nivîsandina helbest û gotaran kir.
Li heman salê, Vejîna Kurd û çend jinên Efrînê komela Rewşen Bedirxan a Jinên Kurd li Efrînê damezirandin. Herweha ew bû berpisyara rojnama REWŞEN. Rojname bi zimanê Kurdî û Erebî dihate weşandin. Bîst û şeş hejmar jê hatin weşandin, lê mixabin bi dagîrkirina Efrînê re ew rawestî.
Gotar û helbestên Vejîna Kurd di gelek kovar û rojnameyên Kurdî, li hundir û li derveyî welêt tên weşandin
Behemên çapkirî:
- XEWNÊN ELENDÊ, komehelbest, li Efrînê sala 2016.
- HAWARINE EFRÎNÎ, roman, li Qamişlo û li Almaniya sala 2018.
- PENCEREYÊN ÊŞÊ, kurteçîrok, li Almaniya sala 2019.
- GULISTAN PÎR NABIN, komehelbest, li Almaniya sala 2019.
-RÛMET, roman, li Kobanî, li weşanxaneya Ava sala 2021.[1]