Helbestkar, Rexnegir, Akademîsyen, Wergêr
Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan, di sala 1986’an de li gundê Hezyatê yê Bişêriyê çêbû. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê û dibistana navendî û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendin. Sala 2010 de Zanîngeha Hacettepeyê beşa “Kewandina Fizîkî û Rehabilîtasyon”ê qedand. Li Zaningeha Istanbul Bilgi’yê di beşa Wêjeya Berawirdî de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî)” kuta kir. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Di sala 2008’an de çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên “Tîroj” û “Evrensel Kültür”ê ve hatibû organîzekirin de xelata yekemîniyê wergirt. 2009 de berhema wî ya ewil Otopsiya Berbejnekê, 2015an de wergera wî ya bi navê Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn hat çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk , Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexne de weşiyan. Neha jî li Zaningeha Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de Phd’yê (diktora) dixebite.
Berhemên Wî:
Helbest: Ototpsiya Berbejnekê, Weşanxaneya Belkî, 2009
Rexne: Sûretê Piştî: Barê Mêrîngerîyê di Anatomîya Edebî ya Helîm Yûsiv de, Peywend, 2021
Werger:
Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, Komeleya Friedrich-Ebert-Stiftung, 2015
Ji Tirkiyê Çîrokên HIVê, Komeleya Friedrich-Ebert-Stiftung, 2018
LGBTÎ+ên Penaber 2: Ji Tirkiyê Çîrokên Koçberîyê, Komeleya Friedrich-Ebert-Stiftung, 2021.
Xelat: “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, Çîroka herî serketî, Kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê, 2008[1]