Navê pirtûkê: Hînker. Asta Duyemîn
Navê nivîskar: Ronayî Onen│Samî Tan
Cihê çapkirina pirtûkê: ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ
Xwendekar Dîlan, tu ji ku derê yî?
Dîlan Ez ji Wanê me.
Xwendekar Tu çend salî yî?
Dîlan Ez hejdeh salî me.
Xwendekar Çend xwişk û birayên te hene?
Dîlan Xwişkek û birayekî min hene.
Xwendekar Tu dikarî qala wan ji me re bikî?
Dîlan Belê, navê birayê min Serhat e.
Ew xwendekar e. Ew şazdeh salî
ye. Ew xortekî bi bejn û bal e. Navê xwişka min Pelîn e. Ew deh salî ye. Ew
keçeke xwîngerm e.
Xwendekar Dê û bavê te çi karî dikin?
Dîlan Bavê min parêzer e. Diya min jî bijîşk e.
Xwendekar Tu dikarî qala wan jî bikî?
Dîlan Belê, navê bavê min Rodî ye. Ew zilamekî dirêj û qelew e. Ew mirovekî zana ye.
Navê diya min Dilşa ye. Ew porsor û çavreş e. Ew jineke jîr e. Dapîr û bapîrê
min jî bi me re dijîn. Navê dapîra min Xecê ye. Ew jineke zarşêrîn e. Navê
bapîrê min Qenco ye. Ew mirovekî bîrbir e.
Xwendekar Gelek spas ji bo agahiyan.
Dîlan Spasxweş[1]