Serpêhatiyên Jîyana Min
nivîskar: Îsmet Şerîf Wanlî
Istanbul
çapxaneyê: Rupel
1994
[1]
Ev pirtûka di destê we de beşek e ji bîrewerîyên Dr. Îsmet Şerîf Wanlî ku eslê wê bi erebî ye û ew di 5ê gulana 2005an de ji kek Hoşeng Sebrî re şandîye da ku li ba wî bimîne. Ji ber giringîya naveroka van bîrewerîyan, ku bi taybetî beşên li ser çalakîyên Dr. Îsmet Şerîf Wanlî di Tevgera Rizgarîya Gelê Kurd de, nemaze Pirsiyara Otonomîyê li Başûrê Kurdistanê, Kek Hoşeng Sebrî pêwîst dît ku ev bîrewerî ji bo xwendevanên xoşewîst bên aşkerekirin.
Em ji Weşanxaneya Rûpelê ku çapkirina vê pirtûkê hildaye ser xwe û hemû karmendên wê re, nemaze wergêrên vê pirtûkê birêz Newzad Hirorî û Sidqî Hirorî re, ji bo çalakî û xebatên wan ên hêja zor spas dikin.
Dr. Îsmet Şerîf Wanlî, wek zanyar, hiqûqzan, dîroknas, rojnameger, ramyar û civaknas, di warê qanûn, ragihandin, zanist, dîplomasî û parlementa’rîyê de, ji bo xebata neteweyî û berjewendîyên niştimanî çalakîyên balkêş, pêşkêş kirine, mîna: Fermanberîya wî li dadgeha Lozanê wek qanûnnas (1970-1990), ragihandina nûçeyên Şoreşa Kurdî ji bo ajansên cîhanî û pêwendîyên wî yên navneteweyî li ser asta Ewropa, Amerîka û Afrîkayê. Damezirandina Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Berlînê (1994) serokatîya wê. Avakirina Parlementoya Kurdistanê li Derveyî Welat (1994), di 1999an de navê wê bû Kongreya Netewî ya Kurdistanê, Dr. Îsmet jî heta 2003an serokatîya wê kiribû.