Navê pirtûkê: Xemildarên jîyanê
Navê nivîskar: Ahmedê Hepo
Cihê çapkirina pirtûkê: Bakû
Navê çapxaneyê: Ünsiyyət
Sala çapê: 2010
[1]
Jîyana mirovan tu dema bê bîranîn û xewin derbaz nabe. Bîranîn û xewin him nêzîkî hev in, him dûrî hev in. Min pêşnivîsara pirtûka xwe ya bi navê Rêwîyê bê mal-da nivîsîye, wekî meydana gilîyê bîranînê gellekî fire ye, him jî şirîta wê dirêj e. Wetaya wê kûr e. Ya yekê, qewmandinê qewimî ta-derzîyêra dikî, ya duda, ewa ji xwîn-qinêtê, ji bîn-bawerîyê, ji hiş-sewdayê mirovan tê. Lema dibên bîranîna welat, bîranîna axa helal, bîranîna dayîkê, bîranîna zimîn, ya kesayetê dîrokê, ya malbetê, ya hub-hizkirinê û yên mayîn.
Lê xewin.... Derbarê xewinan da pirr-pirr nivîsîne... Ez her tenê wê dizanim, ew him rast in, him derew in. Xewin nava rastîyê û derewîyê da sekinîye. Ew carna derbazî alîyê rastîyê, carna jî derbazî alîyê derewîyê dibe; pîkî wê li vir e, yekî wir e. Lema jî gel gotîye:
Xewin hene qasid in - diqewimin,
Xewin jî hene – derew in.
Ez ê vê nivîsarnasîyê da ji dehan bîranînekê, ji sedan xewineke xwe, ya ku hev ra girêdayî ne, xwendevanên birêz ra qal kim.
Lêbelê, xewina min bi salan kişand, wekî bibe heqî. Bîranîna min jî, ji nava gewlezên salan derketîye.
Wekî jîyanê da yekî mayîn nebe piştovanê te, nebe sedemê pêş da gav avîtina te, tu nikarî serfiraz bî.