Selahattin Bulut. an jî bi nasnavê wî Seleh Bulut, nivîskarekî kurd û xwediyê dikana pirtûkfiroşiyê bi navê Medya Kitabevi li Stembolê (Tirkiye) ye.
Ew di sala 1954an de li Dêrikê hatiye dinê. Enstîtuya Perwerdeyiyê li Mêrdînê xelas kiriye û li Dêrikê û li Qersê du salan mamostetî kiriye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 1981ê de hatiye girtin û di girtîgeha leşkerî ya Amedê de heşt salan girtî maye. Wî di sala 1997an de li Stembolê Medya Kitabevi saz kiriye.
Wî li ser jiyana Hafiz Akdemir û Edip Karahan sê pirtûk amade kirine. Di hin rojname û kovaran de, wekî kovara Nûdem, nivîs û çîrokên wî hatine weşandin. Di sala 2006an de çîrokên wî yên bi navê Bihuşta Lal derketin û di sala 2008an de jî pirtûka wî ya dawî ya bi navê Xadim li weşanên Avesta derket.
Berhem:
1.Hafız Akdemir, Peri Yayınları, Stembol, 1996.
2.Bir Yalnız Adam Edip Karahan, Elma Yayınları, 2005.
3.Bihuşta Lal, Avesta, Stembol, 2006. ISBN 9944-382-00-0
4.Xadim, Avesta, Stembol-Amed, 2008. ISBN 9789944382526
[1]
Çavkanî:
.Bihuşta Lal, Avesta, Istanbul, 2006