Navê pirtûkê: Bihuşta lal
Navê nivîskar: Selahattin Bulut
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2006
[1]
Muawên bi rêketina otobusê re li bayê bezê xwe çengî destikê deriyê dawiyê dikir, lingê xwe yî çepê diavête aliyê hundir ser pêlikê, yê rastê jî li derve di valahiyê de li ba dikir. Car caran qeweta xwe berî ser destê xwe yû bi destikê derî ve dida, ser û singê xwe di deriyê nîvvekirî re dirêj derve dikir û bi dengekî aza bang dikir : Diyarbekir ! Diyarbekir !
Otobus hêdî hêdî di ber Ziyareta Darbûrê, di ser Kaniya Kulebê re, li ser riya axînî, di nav toz û dixanê de dibû wek gilokek ewr, Dêrik li pêy xwe dihişt û diçû. Di ber Kevirê Kerr re derbas dibû, di Kaşê Ziyareta Xêratkê re bi ser Garê Rezê Dêwid diket, di ber Gundê Taşîtê û di nav Gundê Dêşanê re dibihurî, di Deştegewrê re qiyameyî Kaşê Şermixê dibû û di ber Bendê Rezan re dikete nava Qezaya Şermixê. Piştî bêhndayîneke di ber Gundê Tawisiyê re xwe digihande Avgewr, di nav Qezaya Çinara Avî re dibihuî û di rexê Şetê Dîcleyê re qiyameyî nava Bajarê Diyarbekrê dibû.