Piştî xebat û karê bê westan li Tora Evdînê, aliyê Anadolê û Europayê kişandina filmê 1915 SEYFO bi dawî hat. Fîlm, yekşema derbasbûyî li Swêdê, bajarê Sodertaljê, salona Estradê derket pêşberî temaşevanan. Salona sînemê hatibû dagirtin û cihê rûniştinê nema bû.
Dokumenter Fîlmê Seyfo, bûyerên 1915 an ji xwe re dike mijar. Jenosîda Asurî Suryaniyan, bi axaftina şahidên bûyerê û zarokên kesên qûrbanbûyî, pisporê pirsa tevkûjiyê û dîroknasan, tê ronî kirin. Di fîlm de, nivîskar û dîroknasê swêdî David Gaunt, nivîskar Taner Akçam, Ragip Zarakolu, nivîskarên asurî Jan Bet-Sawoce, Fehmi Bargello, dîroknasa almanî Gabriele Yonan û hiquqnasê navnetewî ji swêdê Ove Bring diaxifin. Dîtina xwe li ser destpêk, pêşveçûn û encamên bûyerê dihênin zimên.
Fîlm, projeya Federasyona Asuriyan li Swêdê ye û di rêvebiriya rejîsorê nasdar Aziz Said hatibû kişandin. Film, ji aliyê teknîkî ve têra xwe bi kalîte ye û bi qasî 95 deqe dirêj e.
Bûyera 1915 an, piştî fermana giştî a rêvebirên hêza Ittihatê, bi armanca qirkirina Mesîhiyan dest pê dike. Pêşî wan talan dikin û sûrguna wan dihênin rojevê. Di rê de, birçî hiştin, bêcil mayîn, ji serma û biçîbûnê nexweş ketin û mirin, beşek ji planê bû. Ketina dafikên çekdarên dewletê, şelandin û kûştina wan, divê neyê jibîr kirin. Kesên difilitin, asîmîle dibin. Keç û jinên wan, li xwe mehr dikin. Di tevkûjiya ermaniyan de rola hikumetê yekser e. Lê di a suryaniyan de, waliyê Amedê rol dilîze. Bi hinek eşîrên kurda re karê talan û kûştinê dikin.
Berî fîlm bê nîşandan serokê federasyona asuriyan Afram Yakob bi kinahî qala projeya fîlmê Seyfo kir. Cî û nirxê wê ji aliyê dokumenterî û dîrokî anî zimên. Spas kir ji bo beşdaran û kedkarê fîlmê Seyfo. Paşê rejîsorê suryanî Aziz Said axifî. Spasiyên xwe pêşkeşî federasyonê kir ku mecala projeyek wiha hêja anî pê. Temaşevanan bi gul û kulîlkan spasiyên xwe pêşkeşî serokê federasyonê Afram Yakob û rejîsorê filmê Seyfo, Aziz Said kirin.
Fîlm, bi axaftina şahidên buyerê dest pê kir. Tax û malên ketine ber êrîşê, dîwaran de şopa berê tiving û bera hatin nîşandan. Reva suryaniyan ji bajêr, tirsa kûştinê, bi co û tunelên bin erdê çûna ber bi gundê Aynwardo didome. Dîroknas qala wan rojan dikin û belgeyên hene bibîr dihênin. Dayikên wê demê qala serpêhatiyên xwe dikin û destavêtina jinan dinirxînin. Di dawiya fîlm de, qala zarokên sêwî, siwarkirina wan bi koman li trênê û şandina wan ber bi Anadolê, riya çûn û nehatinê tê kirin.
Di fîlm de rola kurda di tevkûjiyê de, bi kurtasî be jî tê zimên. Aşîret û kesên beşdar bûne dibin mijara niqaşê. Behsa kurdên ku bûna alîkar û beşek suryaniyan ji mirinê rizgar kirine jî di fîlm de tê kirin.[1]
Di salên dawiyê de, kêm bin jî, hejmarek nivîskar û dîroknasên kurd li ser mijara 1915 an kur dibin. Fîlmê Seyfo, cî dide nivîskarên turk. Nivîskarên turk, ji gelek awiran ve rola Osmaniyan û wê demê dinirxînin. Qala rola kurdan di bûyera 1915 an de jî tê kirin. Lê mecala ku dîroknas û nivîskarên kurd li ser pirsê biaxifin zêde nayê pê. Helwêstek wisa dernakeve der. Fîlm ji vê awirê ve qels e.