PEYMANA QESRA ŞÊRÎN
Mûrad Ciwan
Peymana ku welatê kurdan kir du beş, di 17ê gulana 1639’ê de li Deşta Zohabê ya nêzî Qesra Şêrîn a ser bi Îranê ve hat mohrkirin.1
Kurd giringiyeka mezin didin vê peymanê; ew wek destpêka êş û jana kurdan a îroyîn tê nirxandin.
Destpêka vê êşê esas berî wê bi 500 salan, bi hatin û vegirtina oxuzan a Îranê, Kurdistanê, Azerbaycanê, Ermenîstanê, Gurcistanê û Erebistanê, piştre bi pêla duyê[2] ya du sed û pêncî salan bi hatina moxolan û sed û pêncî salan pişt re bi ya siyê[3] cardin bi hatina moxolan bû. Fermanrewatiyên seranserê welatê kurdan; Şeddadî, Rewadî, Merwanî, Eyyubî û yên din ên hûr û gir di bin dagirkerî û sulteyên wan de man, gav bi gav wenda bûn, çûn.
Piştî 400 salan ku ev hersê pêlên xezebê ji deverê vekişiyan, Qereqoyunî û Aqqoyunî li ser mîrasên wan hilhatin û berfireh bûn. Di hundurê sedsaleka din de Aqqoyunuyan zora Qereqoyunuyan bir, pişt re ew jî ji hev ketin.
Di destpêka sedsala 16-ê de (1501) Şah Îsmaîlê Safewî paytexta Aqqoyunuyan Tebrîz zeftkir û şahîtiya xwe îlan kir. Di 13-14 salan de Şah Îsmaîl ji Maveraunehrê heta bi Erzincanê, rojhilatê Sêwasê, Kurdistan, Ermenistan û Azerbaycan xist destê xwe. Hidûdê li gel Memlukiyan bû Firat, daket heta Xelîca Besrayê. Kurdistan ji Loristanê heta Dersimê, rojhilatê Sêwasê û rojavayê Erzincanê ket bin destê Safewiyan. Meletiye û rojavayê Firatê; bakurê Helebê tabiê Memlukiyan bû. Meraş û Kilîs di bin serweriya Mîrekiya Dulqadiriyan de bûn.
Şah Îsmaîl mîrên kurdan kuştibûn, zindan kiribûn yan dabûn alî, beg û fermanrewayên ji mezhebê şîe danîbûn ser kele û bajarên kurdan, zor dida ku kurd bibin şîe.
Wê wextê Osmanî ji Erzincanê, Sêwasê û Antalyayê rojavatir, dewleteka Ewropayê/Balkanan bûn. Li ser daxwaza mîrên Kurdan ku Îdrîsê Bedlîsî nuneratiya wan dikir, di bin serweriya Yavuz Sultan Selîm de sefereka Osmanî hat ser Îranê, li Çaldiranê şer di navbera Safewiyan û tifaqa Osmanî û kurdan de derket. Safewî têkçûn.
Bi derfeta ji vê serkeftinê û bi alîkariya orduya Osmanî kurdan serî hilda, Safewî ji welatên xwe derxistin. Kurdan di nav Osmaniyan de îdareyên xwe yên muxtar û nîv muxtar avakirin.
Lê di 1514-15’ê de hemû Kurdistan xelas nebû. Ji rojhilatê Erzincanê, bakurê mîrekiya Bedlîsê; hewzeya Gola Wanê û berjortir heta Qefqasyayê, beşeka mezin a mîrekiya Hekkariyê, beşeka mîrekiya Soran, mîrekiya Erdelan ku heta rojhilatê Mûsilê dihat, Şarezor digirt nav xwe û Mîrekiya Loristan ser bi Safewiyan ve man.
Yavuz bi orduya osmanî û kurdan di 1516-18’ê de dewleta memlukiyan hilweşand rex bi rexê rojavayê Firatê , pişt re heta Deryaya Sor; Erebistan û bajarên pîroz ên Îslamê jî xistin destê xwe, bû xelîfeyê îslamê.
Yavuz di 1520’ê de, Şah Îsmaîl di 1524-ê de mir. Qanûnî û Şah Tahmasp hatin ser desthilatê. Tahmasp 10 salî bû, şerê desthilatê di nav axa û fermanrewayên Safewî de destpêkir. Özbekan ji rojhilatê ve hicûmî Îranê kir. Di vê rewşê de, di 1533yê de, di ‘Sefera Îraqeyn’ (İraqa Ecem û İraqa Ereb) de, Qanûnî berê Sedrezem Îbrahîm Paşa şand ser Azerbaycanê, pişt re ew jî derket seferê. Di 1534’ê de Tebrîz hat girtin. Şer ber bi Xelîcê ve hat dirêjkirin, Bexdad, Besra, Necef û Kerbela ketin bin destê Osmaniyan(1534).
Sefera Qanûnî ya di 1548-49’ê de, ber bi Şêrwan û Qefqasyayê ve bû, ji Tebrîzê wêdetir tu der nehatin zeftkirin, lê di vê navberê de hewzeya Gola Wanê, Erzirom, temamiya Hekkariyê bû tabiê Osmaniyan. Li van deran jî mîrekiyên kurdan li ser esasê mîrasên xwe, bûn xwedan serwerî.
Çend carên din seferên ber bi Naxîcewanê û Rewanê de bûn, lê destkeftin nebû. Di 1555’ê de bi Peymana Amasyayê lihevkirina hidûdan di navbera osmanî û îraniyan de pêkhat. Osmaniyan serweriya xwe li ser xeta serheda rojhilat, ew deverên ku ji Rewanê heta Besrayê girtibûn bi Îraniyan da qebûl kirin.
Piştre di dewra Sultan Muradê III. de di salên 1580-90’ê de osmaniyan Rewan û Naxîcewan jî xistin destê xwe û bi peymana 1591’ê serweriya li ser van deran tekez kir. Bi van seferan osmanî di tarîxa xwe de li alî rojhilat li Qefqasyayê, Azerbaycanê û Kurdistanê gihaştin hidûdên xwe yên herî berfireh. Temamê Kurdistanê heta Rewanê, Tebrîzê û Urmiyeyê jî bi hevkariya mîrên kurdan li ser esasê statuya mafên wan ên irsî bû tabiê dewleta osmaniyan. Li devera Bradost, Mukriyan û Erdelanê jî praniya erdên kurdan hatin ser Kurdstana mezin. Loristan bi giranî di bin serweriya safewî de ma, li wan deran jî mîrên kurdan bûn xwedan mafên xwe yên irsî. Gelek caran meylên mirekiya Loristanê jî ber bi tevêbûna dewleta osmanî dihat diyarkirin.
Lê di dawiya sedsala 16ê û destpêka sedsala 17ê de (1598-1612) ku Şah Abbasê I. bû şahê Îranê, mixalefeta xwe da alî, xwe xurt kir û destpêkir hicûmê ser erdên bin destê osmaniyan ên li Azerbaycanê, Kafkasyayê kir; Qerebax, Gence, Naxîcewan, Tebrîz û pişt re Rewan (Erîvan) ji osmaniyan stend.
Di dema ku Îran gihaştibû dewreka bin desthilata Şahekî xurt, dewleta osmanî li Ewropayê li alî Avusturyayê, Macaristanê û Sirbistanê hatibû dawiya hidûdên xwe, li Ewropayê şerên giran dikir. Pirraniya orduyên xwe yên Anadoluyê û Kurdistanê jî kêşabû ser wan şeran. Di şeran de têkçûn jî dibûn, eskeran firar dikir, vedigeriyan Anadoluyê, piraniya wan li vir dest bi eşqiyatiyê û talangêriyê dikir.
Di dawiya qirnê 16’ê û destpêka yê 17’ê de padîşahên osmanî yan gelek zarok bûn wek Mehemedê III., Ahmedê I. û Muradê IV. , yan jî wek Mistafayê I. dîn bûn. Îdareya navendî ya li Îstanbulê katibû nav destên wezîran, paşayan, serdaran û dayikên sultanan, entrîkayên serayan, rişwet, hîle û reqabeta/minafeseya siyasî gelek dijwar bûbû. Li Anadoluyê serîhildanên bi navên celaliyan, li Kurdistanê şer û pevçûn û neliheviyên navbera paşayên osmanî û mîrên kurdan û ya navbera paşayên osmanî yên dewşirme bi xwe krîzeka mezin dabû destpêkirin.
Beglerbegiyê Wanê Ahmet Paşa di 1601’ê de Mîr Şeref Xanê Mîrê Bedlîsê kuşt, mal û milkên wî talan kir. Caxala Sînan Paşa, li Wanê di dema sefereka ser osmaniyan de di 1605ê de Mîrê Kilîsê û mîrêmîranê Helebê Mîr Husên Canpolat kuşt. Li ser vê biraziyê Husên Canpolat û wekîlê wî Mîr Ali Canpolat li Helebê bi orduyeka qasî 30 hezar kesan serî hilda. Gelek caran zora osmaniyan bir. Dawiya dawî Quyucu Mûrad Paşa bi orduyeka 70 hezar eskeran û gelek top û tivingan hat ser Alî Canpolat, orduya wî şikand, welatê wî tevî Kilîs û Halebê hilweşand, talan kir û da merivên xwe.
Alî Canpolat vekişiya, ji wir çû Îstanbulê, bi Sultan Ahmedê I. re li hev kir. Sultan Mîrekiya Sirbistanê dayê, ew çû Belgradê. Lê gava Quyucu Murad vegeriya Îstanbulê ev lihevhatin qebûl nekir, ferman da ku ew li Belgradê bê zîndankirin bê şandin Îstanbûlê. Welê bû. Mîr Alî Canpolat li Îstanbulê hat bidardekirin.
Di sefereka din de ji ber ku beglerbegiyê Wanê Tekelî Mehmet Paşa sala 1617’ê li ser şerekî li hember Safewiyan li gel mîrên kurdan ket nav pevçûnê ew û Yehya Begê kurê mîrê Hekariyan Zekeriya Xanî rabûn hev bi kêran, hevdu birîndar kirin, herdu jî ji ber birînên xwe mirin.
Sadrazam û serdarê osmanî Xusrew Paşa di dema sefera xwe de ya ber bi rizgarkirina Bexdayê ve ya ji bin destên Safewiyan, li devera Şarezorê li ser fesadî û pîjkirina waliyê Diyarbekirê Halicizade, mîrê Hezoyê Mîr Mihemed Xan bi hîle û bêbextî kuşt. Goya mîrên kurdan eskerên xwe hildabûn pê re derketibûn sefera ser Bexdayê.
Kuştina mîrê Hezoyê Mehemed Xan bû sedemê aciziyeka mezin li nav mîrên kurdan ên di seferê de. Welê bû ku Xusrew Paşa mecbûr ma poşmaniya xwe nîşan bide û beglerbegiyê ku fesadî û pîjkirin kiribû jî bikuje. Gelek buyerên din ên bi vî awayî di wê demê de li Kurdistanê rûdan.
Di vê navberê de gelek caran osmaniyan li Azerbaycanê û Qefqasyayê sefer birin ser ciyên ji bal Şah Abbas ve ji wan stendî, lê fêde nebû.
Di 1612’ê de peymanek di navbera osmaniyan û îraniyan de çêbû ku xwe li ser esasê peymana Amasyayê (1555) girt. Maddeyek ew bû ku; Seyid Xanê (Mîrê Amediyê) û Helo Xanê (mîrê Erdelan) ku erdên Huweyzeya nêzî Bexdadê û yên Şarezorê îstîla kiribûn, ji bal safewiyan neyên destekkirin.
Di 1623’yan de Şah Abbas, Baxdad û derûdora wê jî ji destê osmaniyan derxistibû. Li ser vê, osmaniyan du caran sefer bir ser Bexdayê (1625-26 bi serdariya Hafiz Ahmed Paşa, 1629-30 bi serdarîya Xusrew Paşa) lê biserneket. Cara sisiyê, di 1638’ê de, di bin fermandariya Sultan Muradê IV’ê de sefer çû ser Bexdadê, ew hat vegerandin
Wê demê Şah Abbas miribû (1629), neviyê wî Şah Safî (Sam Mîrza) hatibû ser hukum.
Peymana Qesra Şêrîn piştî vê serkeftina osmaniyan hat. Sultan Murad bi xwe zû vegeriya Îstanbulê, lê pirsa lihevhatin û bestina peymanê bi safewiyan re hişt ji wezîrê azam Kemankêş (Kevankêş) Mustafa Paşa (bi eslê xwe devşîrmeyekî arnawudî bû) re.
Di vê seferê de Sultan Murad du sedrezam wenda kiribûn, ev ê sisiya bû. Behram Paşa hê di hatinê de li Urfayê miribû, Teyyar Mehmet Paşa jî di dema muhasereya Bexdayê de hatibû kuştin.
Di hemû van seferên ser Îranê de orduya osmanî bi piranî li Diyarbekirê, carina jî li Erzurumê diciviya. Ji her eyaletê mîrêmîran, beg û paşa li gel eskerên xwe tevî seferê dibûn. Sefer carina li bakur, li alî Azerbaycanê, Rewanê û Şêrwanê, carina jî li başûr, li alî Şarezorê, Bexdayê û Besrayê bû. Di hemuyan de mîrên kurdan ên tabi’ê Osmaniyan jî tevê dibûn. Li alî safewiyan jî mîrên derûdora Rewanê, Naxîçewanê, dora Urmiyê, Salmasê û Somayê tevî eskerên xwe li rex Şah cih digirt. Carina wan sef jî diguhert. Bi pirranî meyla wan li alî osmanîyan bû. Li başûr Erdelan di navbera herdu dewletan de parve bûbû. Mîrên wan geh li vî, geh li wî aliyî bûn. Loristanê hema hema bi temamî li alî Îranê sef girt. Hukmê Safewiyan bi temamî li ser wan derbas dibû.
Peymana Qesra Şêrîn
Peymana Qesra Şêrîn piştî ew qas pêlên çûn û hatina şerên herdu dewletan û cara dawî bi zeftkirina Bexdayê ji bal osmaniyan ve hat mohrkirin. Sultan Murad bi xwe piştî serkeftinê zû vegeriya Îstanbulê, wezîrê ezemê xwe hişt ji bo guftûgoyan û lihevkirinê.
Li alî Îranê wekîlê Şah Safî Sarû Xan bû. Orduya Osmanî li Zohabê danîbû. Sarû Xan tevî maiyeta xwe hatibû qerargeha orduya osmanî. Li alî osmaniyan, Sadrezam û serdarê orduyê Kara Mustafa Paşa hebû. Peyman li xîveta Sedrezem hat îmzakirin. Li dora sedrezem mîrêmîranên Kurdistanê û yên osmanî, rîsipî û mezinên yenîçeriyan hebûn. Li gel Sarû Xan ê wekîlê Şah jî elçiyê destpêkê Mîraxurê Şah Mehemedqulî amade bû. Peyman di saet 4’ê piştî nîvro de ji bal Sedrezem Kara Mustafa Paşa û Sarû Xan ve hat mohrkirin.
Wekîlê Şah, doza vegerandina Kela Qersê kir, lê sedrezem qebûl nekir. Piştî minaqeşeyên dijwar biryar wiha hat dan
Ji eyaleta Bexdayê Hassan, Bedre, Mendelcîn (Mendelî), Derne, Derteng heta Sermenelê (Sermediyê!?,) ew çolistanên ku di navbera wan de dimînin, qebîleyên Ziyauddîn û Harûnî yên eşîra Cafan, gundên li rojavayê Kela Zencîrê û çiyayên li rajora Kela Zalim-Elî ya nêzî Şarezorê; quntarên wan ên li vê keleyê nihêrtî, heta ku digihê geliyê ber bi Şarezorê ve vebûyî, Qizilce Qele û derûdorên bi ser wê ve ê ji bal Padîşah[ê osmanî] ve bên zeft kirin. Ji bilî van, Axiska, Qers, Wan, Şarezor, Bexdad û Besra, hemû kele, welat, nahiye, erd(erazî), çiya û girên di nav wan de, ê tu carî ji bal Şah ve tûşî êrîşê nebin. Û keleyên ji Mendelicinê(Mendeliyê) heta Dertengê, Bîre, Zezduvî (ku Zemrud Me’wa jî tê gotin), gund, kele, daristanên rojhilatê Kela Zencîrê û cihên ser bi wan ve, Mihriban (osmaniyan ji Merîwanê re digot. MC) û cihên ser bi wê ve ê di destê şah de bin. Osmanî ê dest nedin cihên di nav wan deveran de. .. Kela Zincîrê, keleyên Koturê û Makuyê, yên ser hidûdê Wanê û keleya Magazberd ya li alî Qersê ê ji bal her du terefan ve bên hilweşandin….
Peymana morkirî merivekî elçiyê Şah Mehmedqulî girt da bigihîne Şah Safî ku ew wê mohr bike. Sê roj middet hat dayin. Di hundurê çar rojan de Şah Safî peyman mohr kir û ew vegeriya. Mehmedqulîyê elçiyê Şah ew girt da bibe Îstanbûlê ji bo morkirina Sultan Muradê IV’ê.
Roja pêşî, sedrezamê Osmanî ziyafeteka mezin da heyetên herdu aliyan. Roja duyê Saru Xan ziyafeteka mezin da. Piştre Sarû Xan ber bi Şah ve birêket. Mehmedqulî li gel orduya osmanî ma da biçe Îstanbulê ji no mohrkirina Sultan. Ew berî orduyê bi rê ket, ordu jî di pey re dest bi vegerê kir.
Mehmedqulî di 19’ê Îlona 1639’ê de gihaşt Îstanbulê, bi şertê ku li ser Bexdayê doza tu mafî neke, Rewan ji Şah re hat berdan û bi merasimeka muezzem, Muradê IV’ê peyman mohr kir. Elçî ew girt û vegeriya welatê xwe.
Bi vî awayî osmanîyan û îraniyan ji 1514’ê bi vir de dawî li şerên wek pêlên med û cezîrê ên deryayê ên nêzî 125 salan anîn.
Li herdu aliyan jî serhedên van dewletan qadên şerên wan Kurdistan bû, li her du aliyan ew di bin piyên du orduyên gelek mezin de pêpes dibûn, dihat talankirin.
Xan û mîrên Kurdistanê ji mecbûrî li herdu aliyan tevî orduyan dibûn, dihatin hemberê hev, gelek can û mal didan. Wek nimûne di sefera sala 1625-26ê a ser Bexdayê ya bi serdariya Hafiz Ahmed Paşa de heft mîrên Kurdistanê beşdar bûbûn; Mîrê Hezoyê Şeref Xan, Mîrê Egilê Mu’mîn Xan, Mîrê Tercilê Îbrahîm Beg, Mîrê Paloyê Hesen Beg, Mîrê Erxeniyê Alî Begê Başibuyukzade, Mîrê Xarpêtê ÎbrahÎm Beg û Mîrê Îmadiyê Seyid Xan beşdar bûn.
1، Li ser pêwendiyên osmaniyan û îraniyan ên dema Safewiyan, şer û peymanên navbera wan, rewşa Kurdistanê û rola mîrekiyên kurdan di van peywendiyan de, di arşîvxaneyên herdu dewletan de belgeyên (name, tezkîrê, peyman hwd) orîjînal ên wê demê hene. Arşîva osmanî ya serokwezaretiya Tirkiyeyê ji vî aliyî ve gelek giring e. Di nav wan de gelek belge li ser mîrên kurdan jî hene. Mixabin ku heta demek berê ji ber sedemên înkarkirina kurdan li Tirkiyeyê ew dihatin veşartin û ne li ber destên her lêkolerî bûn. Pişt re nuha hêdî hêdî ew tên serbestberdan û îmkana xwe gihandina wan bidest dikeve. Lê ji aliyekî ve ku tesnîfkirina gelekan ji wan hê temam nebuye, ji aliyê din ve ku lêkoleran, bi taybetî jî yên kurd ciddî ciddî berê xwe nedane wan, yan jî neslê nuha ku nikare destnivîsên bi erebî û farisî û osmanî bixwîne, ji wan nayê îstîfadekirin.
Wekî din hin weqayîname, fezleke, rûzname û tezkîre jî li herdu aliyan hene, pirê wan bi farisî û hin jî bi erebî ne. Hin ji van jî hatine wergerandin tirkî, lê kurd zêde hay ji wan nînin.
Pişt re hin gerok, dîplomat û pisporên Ewropî di demên cuda de ji van weqayînameyan û arşîvan îstîfade kirine û tarîxa pêwendiyên Osmaniyan û Îranê ta dereceyeke ji a pispor û dîrokzanên herdu welatan li ber çavan raxistine.
Lêkolerên dema me jî hene ku mihaweleya ronahîdaxistina ser peywendiyên van herdu welatan kirine, lê ew hem gelek hindik in hem tevî ku germayiya şer û peywendiyan li ser axa Kurdistanê a di navbera herdu dewletan de dabeşbûyî, qewimîne jî wan giringî nedane ser cih û rola mîrekiyên kurdan.
Di vê meqaleyê de zêdetir pişt bi Tarîxa Naîma ku bi berfirehî li ser wan deman e û wî agahiyên berfireh ji Fezlekeya Katip Çelebî, Peçewî û hinên din wergirtine. Li alî Îranê jî Tarîxê Alemarayê Abbasî (du cild û zeyla wê) a Îskender Begê Munşîyê Tirkmanî jî bi berfirehî li ser peywendiyên van deman radiweste. Eslê wê farisî ye, mixabin heta nuha nehatiye wergerandin ser tirkî û kurdî. Lê van salên dawiyê li Azerbaycanê hatiye wergerandin ser Azerî ku ji wêhatiye îstîfadekirin.
Tarîxa Dewleta Osmanî (Osmanlı Devleti Tarihi) a Joseph V. Hammer a ku ji 18 cildan pêk tê û cara pêşî di nîveka sedsala 19-ê de li Avusturyayê (Nemsayê) hatiye weşandin jî hema hema bi temamî xwe dispêre, weqayîname, tezkîre, fezleke û tarîxên îranî û pirtir jî yên osmanî, gelek agahiyên hêja li ser peywendiyên herdu dewletan dide, ku di beşê demên safewî û osmaniyan ên dema peymana Qesra Şêrîn de xwe dispêre Tarîxa Naîma û Fezlekeya Katip Çelebî. Kitêba Hammer hatiye wergerandin ser tirkî. Di vê nivîsarê de ji wê hatiye Îstîfadekirin, Wekî din ji lêkolîneka pisporekî Tirk ê hemdem Özer Küpelî ya bi navê Osmanlı-Safevi Münasebetleri, (Yeditepe Yayınevi, İstanbul 2014) hatiye îstîfadekirin. İslam Ansiklopedisi ya Diyaneta Tirkiyeyê jî wek çavkanî hatiye bikaranîn.
[2] ya moxolên cengîzî.
[3] moxolên bi serkêşiya Tîmûr.
[1]