Gêlo Îsa di sala 1969`an de li gundê Xanika Avdo yê girêdayî bajarê Kobanê ji dayîk bûye, di sala 1973`an de, tev malbatê veduheze kobanê, heta qonaxa navîn xwendiye, bavê sê zarokan e her sê zarok jî di zanîngeh û dibistanên Rojava de dixwînin, ji malbateke ku di nava xebata kurdiyatiyê de jiyan kiriye, wê yekê hîşt ku bi temenê biçûk derbasî nava siyasetê bibe, di sala 1985`an de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye girtin, û di sala 1986 de fermî dibe endamê Partiya Demoqra a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) û xebata xwe ya niştîmanî û neteweyî didomîne, di serhildana 12`î Adarê de ew û tev bav û pênç birayên xwe tên zindankirin, di girtîgehê de hewildan tên kirin ku wî durî doza kurdî bixin, lê zexta hêzên ewlekariyê îsrara wî ji bo berdewamiya doza xwe diha zêdetir bû, di pejirandina şoreşa Rojava de, ew yek ji kesên ku beşdarî şoreşê bû û dest danî ser hin avahiyan û piştre yek ji wan kir pargeha partiya xwe, di 15.9.2014`an de bi derbasbûna Da'işê wî biryara ku ji kobanê dernekeve girtibû û bi mermiyakê birîndar bû lê li kêlek rêveberî û şervanê parastina kobanê domand ta serkeftinê, roja îro endamê polîtbîro û berpirsê rêxistin kobanê ya P.D.K.S ye. [1]