Girê Tinênîr
Girê Tinênîr li rexê rojhilat ji çemê Xabûr dikeve, dûrbûna gir ji bajarê Hesekê 30 km bi aliyê başûrê rojhilat ve û ji bajarê Qamişlo yê 72 km ji aliyê başrûrê rojava ve. Girê Tinênîr ji cihên girîng li bakurê Mezopotamyayê ye, ji destpêka çêbûna wê ve niştecihbûn lê qut nebûye û girîngiya vî girî di her du demên Bîzentî û Eyûbî de; mezintir bibûn. Rûber vî cihî yê ji Akropolis, bajarê nizim û herêma derdora gir pêk tê; nêzî 46 hiktara ne û bilindbûna wî ji deşta derdorê 20 m. Despêkên yekemîn ê niştecihbûnê ji serdema Bronzî ya kevn re vedi gerin û bi taybetî sala 2700 b.z û di qonaxa Romanî de ji gundekî çandiniyê gihaşt bajarekî biçûk. Weke navendeke leşkerî ya parastinê û nuqteyeke çavdêriyê ji aliyê Romaniya ve hate bikaranîn. Ji ber ku li herêmên sînorî yên di navbera Romaniyan û Împeratoriya Parsî de; diket. Di çerxa duyemîn de ta çerxa çaremîn a zayînê. Di despêka çerxa pêncan a zayînê bajar hat niştecihkirin ji aliyê Bîzentiyên Xirstiyan ve yên ku bi zimanê Aramî diaxivîn. Di wê demê de bajar xweş û geş bû, bermahiyên Dêrekê bi navê Dêra Nûhê ku dîroka avakirina wê vedigere sala 400 z; hatin dîtin. Bajar careke din hat niştecihkirin di dema Emewî û Ebasi de. Di hundirê dêrê de çira, xilêkên bi rengê kesk, nexşên endezyarî li ser dîzikên ji camê û diravên ji mes û zîv ku vedigerin qonaxa dewleta Ebasî; hatin dîtin. Di qonaxa Eyûbî de (dawiya çerxa 12 û 13an) bajar pêşketinek avasazî berçav dît, û gihaşt ferehbûna xwe ya mezintirîn. Xaniyin nû, avahiyin girs, sûk, firoşgeh û xan her wiha mizgefet û serşokên ji kevirên kils û baziltê; hatin avakirin. Jiyana aborî û avahiyê li bajêr paş ve ket û bajar bû gundeke biçûk ta ku xelkê wê piştî êrîşa Mengoliyan sala 1401 z bi giştî koç kirin. [1]
Navenda parastina şûnwaran
Ristem Ebdo