Navê pirtûkê: Perçeyên Bijarte
Navê nivîskar: Kamiran Alî Bedirxan
Cihê çapkirina pirtûkê: Paris
Navê çapxaneyê: Hesabê nivîskarê
Sala çapê: 1971
[1]
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re reya xebat, felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike , dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dé bide nas kirin ..Lewma, ko zman şerta heyînê . ya pêşîn e.
Hawar, jû pêve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê .mijûl bibe.
Awayê xebatê: Karekî ko bikare biçe serî, divêt jê re pronivîsek an go programek bête çêkirin.
Me pronivîsa xwe ser bingehên jêrîn lê kdriye.
Belavkirina elfabeya ,.kurdî di nav kurdan de û hîn kirina wê. Senifandina zmanazîna kurdî û hîn bi hîn di Komelê de belav kirin û pêşdetir di şiklê kitêbê de derêxistin.
Sehîtiya zarên kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî ser mirovatiya zmanê kurdî digel zmanên din ên arî ango Hindû - Ewrupayî. Sehîtî ser bingehên zmanê kurdî, ser dîrok, ango ser tarîx û awayê pêşveketina wî.
Berhevkirina methelok, mamik, çîrok, çirçîrok, stran û lavijên; kurdî û birêve bela kirin wan. Senifandin û belavkirina wan. Senifandin û belavkirina dîwanên kurdî. Bi van ve jînenigariyên şair û mirovên bijarte jî dê bên belav kirin.