Navê pirtûkê: Tayek por
Navê nivîskar: Nuh Ateş
Cihê çapkirina pirtûkê: Sweden
Navê çapxaneyê: Apec förlag
Sala çapê: 2012
[1]
Ez bi zaravayê gundê xwe mezin bûm û hatim şîretkirin. Lowma tesîra wî zaravayî li ser kurteçîrokên min, hin caran zêde û hin caran kêm heye û va jî tiştekî xwezayî ye. Her çiqas hewldan û pêşketîyên bi qedr di vî warî da hebin jî, meriv nikane îro qala kurdîyeke standard û seranser bike. Ji bo kurdîyeke standard perwerdeya bi kurdî hewce ye. Mixabin hîn em negihêştinê vê qonaxê. Ji ber vê, ez nivisandina nêzikî yan di bin bandora zaravayên herêmî da diparêzim û hewce dibînim.