Navê pirtûkê: Kurdolojî: Gotarên konferansa kurdolojiyê
Navê nivîskar: Îbrahîm Seydo Aydogan
Cihê çapkirina pirtûkê: Hekarî
Navê çapxaneyê: Zanîngeha Hekariyê
Sala çapê: 2011
[1]
Ji çar aliyên cîhanê, Kurdologên kurd û biyanî li Colemêrgê li hev civiyan û li ser dîrok, civak, ziman, wêje, çand û berhemên bi Kurdan ve têkildar gotar pêşkêş kirin. Hêjayî gotinê ye ku cara yekem e ku li Tirkiyeyê dezgeheke fermî ya akademîk bi karekî weha ve radibe. Ya jê girîngtir jî ew e ku ev konferans di bin banêkî akademîk de seranser bi kurdî û bê sansur pêk hat, bêyî ku tu mudaxaleyên ji derve li ser wê hebin. Zanîngeha Hekariyê ku organîzatora wê Konferansa Kurdolojiyê bû, gotarên konferansê weke pirtûk pêşkêş dike.