Gelo dengêjekî bê çav çawa dikare xaçeriyên dîrok, çand û kevneşopiya kurmancî di bîr û xeyalên xwe de bi awayekî xweşik bihûne û wek palaseke darçînk bi dengên xwe neqşên rengrengî bistire? Ne tenê dengbêj Evdalê Zeynikê karibû bi çavên xwe yên ji destdayî xweza û hawirdora xwe resim bike û bi dengê xwe yên Zelûl û xweşt bistire. Dengbêj Bavî Moro ango ku jê re tê gotin hafizê kor, hafizê roj nedîtî, havizê ku roj nedihejmartin, tenê şevên dihejmartin, şevên ji bêçaretî, perîşanî, xizanî, derbederî dijiya.
Hafizê kor ku bi navê Bavê Moro jî tê nas kirin, navê xwe yê rast Ebdilqadir kurê Husênî kinik e. Navê wî her Hafiz ma ji ber ku wî zû tişt ezber dikir, çi bûyerên ku li derdora wî diqewimî zû radikir. Ew di sala 1940'î de li kobanê jidayîk bûye ku bi eslê xwe ji Yemenî ye. Li gorî gotinan dibêjin dema ku ew ji dayîk û dibêşîkê de bûye, dîkê bi nukila xwe di çavên wî re kiriye ji wê çaxê û şûn ve bê çav di şevreşên xwe yên bêyom de diboriya. Ew li kaniya kurdan di odeyeke biçûk û bi tena serê xwe bê kes, bê mal û bê war dijiya. Bi riya cîranên xwe yên li kaniya kurdan debara xwe ya malê û xwarin û vexwarina xwe dikir. Bavê wî ku bi eslê xwe Yemenî ye di dema seferberiya 1914'an a şerê cîhanê yê duyemîn de tê li van aliyan li bakurê kurdistanê niştecih dibe û li gundek ji gundên van aliyan nêzî 18 salan dimîne û di mala Ebdilqadir Xertaqî de kar dike, piştî wê yekê tê kobanê niştecih dibe û dizewice û sê kuran tîne, ku jê kurê herî biçûk Hafizê Kor e, ew hîna biçûk bû, bavî wefat dike. Ew di jiyana xwe de qet nezewicî ye û her tim daxwaza wî ew bû ku biçe bajarekî din rihetiya xwe bibîne û hem jî çavên xwe derman bike.
Hafizê kor, di quncikên odeyan de li ber devê dengbêjên wekî Mişoyê Bekebûr û Baqî Xido rûdinişt û ji wan fêrî stranên dengbijiyê dibû. bi hevaltiya wan re ku yek jê Mihemedê Dûman hevalê wî yê jiyanê bû bi dehan şebuhêrkên bê hejmar derbas kirine. Her wiha bi dehan destan û stranên kurdî yên folglorî ezber kiribû ji wan yên ''Derwêşê Evdî, Teyar û Xezalê, Siyabend û Xecê, dilo û hwd''.
Ew bi strana xwe ya bi navê ''Anê birin esker birin'' navdar bû. Gelek stranên din jî dikirin, yên bi navê ''Gula zer, gula zer'' ew bi taybetmendiyên xwe yên din jî navdar e ku gelek gotin, qerf û meseleyên pêkenokî dikirin û hawirdora ku bi meseleyên kobankî dikenandin. Her wiha Hafizê kor bi gelek metelok û stranên li ser sîstema rêjîma sûrî ya ereban derdixist ku çawa bi zorê ciwanên kurd dişandin eskeriyê, qey te digor çûna vê veger e û her wiha dixwestin ciwanên kurd bi erebî biaxivin û erebiya wan teker-mekerî derdiket û qet fêrî erebî nedibûn. Ji ber sedemên ku çima ew stranên kurdî dibêje gelek caran ji aliyê rêjîma Sûrê ve hatiye girtin.
Erê raste ew kor bû, lê wî di gencîneya folklora kurdî de ronahiyeke tîr û veşartî dida. Lê mixabin vê dawiyê ew fenera ku bi neqşên çar-çînk li odeyên malan hilawestî bû, hêdî hêdî ronahiyê wê daket û ev bajar bi koçkirina hunemendên xwe di tarîtiyê de man. Ew li bajarê Sirûcê ya bakurê kurdistanê bi temenê xwe yî 70 salî koça xwe ya dawî kir û ew fener di bîra me ne pêketî û ne jî vemirî ma.[1]