Navê pirtûkê: Hecîyê Cindî, Jiyan û Kar
Navê nivîskar: #Firîca Hecî Cewarî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Yêrevan
Navê çapxaneyê: Mezopotamya
Sala çapê: 2003
Ev pirtûka Firîda Hecî Cewarî ya dudaye, ku bi rêza weşanên «Mêzopotamiya» ronkayî dibîne. Profêsor Hecîyê Cindî ew şexs û şuxulvanê kurdê sovyetîyêye, pêşdaçûyîna çanda kurdaye tomerî hîmlî navê kîjanîva girêdayîye. Ewî bi rastî temamya mektebeke zargotinzanîyêye bi bereket sazkir.
Dîroka çanda kurdaye sovyetîyê berê ewlin nav û hereket-karkirina Hecîyê Cindîva tê dîharkirin û nirxandin. Dota Hecîyê Cindîye hêja û omidayî-Firîda Hecî Cewarî bi xemxurî, dilbaristanî û şêkirdarîya ewledîye bi sala riya jîyan karkirina bavê xweva mijûl bûye û ev pirtûka danîye li ser textê me.
Ev kar tenê hêjayî peşindayînê şêkirdariyêye. Pirtûk bi xwe gerekê bê dîtin-qîmetkirinê çawa çavkaniya naskirina jîyan û karkirina Hecîyê Cindîye here pêşin. Bi vê pirtûkêye, ku virhada di hindava wî rewsenbîrê helalî xwedîyê keda pir û mezinda lêkolîn û lêgerînê bêne nivîsarê. Wekî mayîn gotî-ev pirtûka çavkaniya here pêsine heqî û rastgoye, ku gerekê bibe bingeha îzbatîy'ê-bîblîogirafîyê-bona bi rastî û tam nîgar û rola Hecîyê Cindî di dîroka çanda kurd Kurdistanêda cîyê xweyî hêja û layîq bigirin.
Aha bi ve manîy'ê xebata dota wîye piremek Firîdayê bi heqî di goveka çavdayîn û metihdayînêdane. Ev pirtûk di dereca bîranîn-şêkirandinêda heykelekî pir kemale-bona bîr anîna qehremaniya Hecîyê Cindîye li meydana çanda kurdî.
[1]