Navê pirtûkê: Cîhana Sofî
Navê nivîskar: Jostein Gaarder
Navê wergêr: Ahmet Gegez
Wergera ji ziman: Îngilîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Do
Sala çapê: 2008
[1]
Cîhana Sofî, anku Cîhana Sofiyê (bi norwêcî: Sofies verden, bi înglîzî: Sophie's World), romaneka romannivîsê norwêcî Jostein Gaarder e ko li sala 1991ê çap bû. Ev pirtûk ji bo zêdetir ji 54 zimanên cîhanê hatiye paçivandin. Zêdetir ji 30 milyon pirtûk jê hatine çapkirin. Tenê bi zimanê elmanî 3 milyon jê hatine firotin. Paçiveya wê ya kurdî jî derkevtiye. Ahmet Gegez ev pirtûk kiriye kurdî û weşanxaneya Do jî li Stembolê ew weşandiye.Ev roman pirranî hevpeyvîn û danûstandinek e di navbera Sofî Amundsen û kesekê pirr ji nihînî bi navê Alberto Knox. Ev roman bi nijara xwe ya aloz ve roman e û her di wê demê da jî destpêkek e ji bo nasandina felsefeyê.
Mamostê felsefê Gaardner (1952) Norwêcî ye û nemaze bi pirtûkên xwe yên ber bi ciwana tê nasîn. Cîhana Sofî ji sala 1991'ê ku hatiye weşandin û vir ve bi zimanê îngilîzî, rûsî, erebî, japonî, tirkî jî di nav de zêdeyî çil zimanî hatiye wergerandin û weşandin.
Di serdema me de mirovên xwediyê zanistiyên di rû de dişibin hevdu. Wekî Goethe gotiye; Mirovê nedikaribe hesabê sê hezar salên xwe yê derbasbûyî bike ew mirov rojane dijî. Bona mirov nebin ji mirovên ji rêzê yên Goethe dibêje va berhema hêja gaveke girîng e.
Cîhana Sofî li her kijan welatî hatiye weşandin serkeftina pirtûka herî zêdetirîn hatiye xwendin û firotin bi dest xistiye. Hêvîdar im mîna waneya felsefê rojekê di dibistan û zanîngehên Kurda de bête xwendin.