Xweza û jiyana gundewariyê bandoreke mezin li jiyana mirov dike. ji ber vê yekê ye ku di dema nûjeniya xwezayê de rengên çand jiyana kurdan jî derdikevin holê. Dewlemendiyên xwezayê û adetên çanda gundewariyê digîhnin hev û berhemên xweşik ên welat derdikevin hole.
Bernama danasîn jî vê carê bi xeleke nû berê xwe dide gundê Borêz û bi çend deqeyan dîrok û jiyana vê gundi bi we re par ve dike. taybetmendiyên her welatî li gorî erdnîgarî û xwezayê şeklê xwe girtine. Bi vê yekê re xweza hebûna xwe nîşanî mirov dide. Bi taybet jî li erdnîgariya kurdistanê xwezaya ku rengê jiyana mirovan kesk kiriye û bandor lê kiriye bi jimartinê naqedin. Dema ku mirov berê xwe bide kîja tekez neqşekî xwezayê heye.
Gundê Borêz bi gelek taybetmendiyên xwe navdar e û bala her kesî kişandiye ser xwe. Ji ber ku gundekê hema bêje li ser avê ye, lewma bi şînkahî û dar û berên xwe derdor xemilandiye.
Gundê Boraz an jî Borazoxlî, li ser çemê Firatê dikeve, girêdayî navçeya Qinê ye, û çil kîlo metrî nêzî bajarê Kobanî ye. Li dor vî gundî, gundê, Qomlixiyê , Êlecax û navçeya Şêxer heye. Li gorî çavkaniyên devkî ya xelkên vî gundî, peyva Boraz peyveke Osmanî ye ew jî tê wateya bayê kur. Li gorî gotinan hinekên din jî ji xelkên vî gundî dibêjin ku jinek û zarokên xwe dema ku ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve hatine û çûne gundê Diyaban cem Şehîn Beg. Di wan deman de hîn ava çemê Firatê hîna di wî gundî re derbas nebibû. Şehîn beg jî hîştibû ku ev jin tevî zarokên xwe biçin û nêzî gundê Êlecaxê maleke xwe lêkin û êdî ji wir û şûn ve navê Borêz lê hat kirin. Lê hîna jî navekî tekez ku em pişta xwe bispêrin çavkaniyên peyva Boraz wê tune ye.
Rêjîma Beis beriya niha bi bîst salan, bi armanca guhertina demografiyê, Ferat bi ser gund re derbas kir, di encamê de xelkên gund perîşan kirin. Hin ji wan koçî Minbicê û Meskenê kirin û yên din jî li gel gundê xwe ji nû ve Boraz ava kirin.
Di vî gundî heta derdorê bi dehan malbatên kurd û ereb bi hev re dijîn. Li gorî gotina xelkên gund hema nêzî 900 malbatên ku ji eşîrên Iledîn, Miefiyan û gelek eşîrên din lê dijîn. Ev gund xwedî dîrokeke kevnar ku bi sedan salên berê ve hatiye avakirin. Di vî gundî de gelek tilên eserî ku ji berê de bi destên pêşiyên kurdan hatiye lêkirin, hene. Dibe ku Boraz ne gundekî eserî be lê belê gundekî avî ye.
Gundê Borêz bi xweza û dewlwmediya xwe ya bi fêkî û sebzeyan di nava gelê Kobanî de tê naskirin. Herî zêde Çandiniyên weke (Genim, ceh, nîsk, kûncî, misir, pemî û Nok) li vî gundî tên çandin û bi hezaran darên fêkiyên ên wekî (sêv, birteqal, henar, hêjîr, tirî, mişmiş, canhûrik û zeytûnan) lê hene.
şêniyên vî gundî debara xwe ye jiyanî û aborî bi wê çandiyê dikin. Her wiha xelkên vî gundî bi dehan cureyên lawiran xwedî dikin û şîr, penêr û her tiştê ku ji şîr çêdibe, çêdikin.
Dibistana vî gundî di navbera gund Borzên û gundê Degirmên de ye.
Ruhê çand û xwezayê di her gundekî kobaniyê de mirov bi dewlemndiya wê ya kûr ji nû ve zindî û dixwaş dibe. Bi vê mebestê carcaran di her xelekê de em ê bibin mêvanên gundekî kobaniyê û çand, dîrok û xwezayê wê bi we re par ve bikin.[1]