Kejal Ehmed (jdb. 1967, Kerkûk), helbestvan û nivîskareke kurd e.
Kejal Ehmed di sala 1967an de, li şarê Kerkûkê ji dayik bûye. Lê ew bixwe wek malbat xelkê şarê Silêmanî ye. Tevayî salên xwendina xwe li Silêmanî bi dawî kiriye û diploma ji Peymangeha Hunerî ya Silêmanî beşê Parêzgarî wergirtiye. Di sala 1986'an de dest bi nivîsîna şi're kiriye. Şi'rên wê bo gelek zimanan hatine wergerandin. ji sal 1992an de û heta niha, rojnameğerî dike û niha sekretêra nivîsînê ya di rojnama Kurdistana Niwê de. Xwedî çalakiyên berçav e di mafê jin û civakê de. Gelek gotar nivîsiye di vê derbarê de û çend sempozyum, semîner pêşkêş kiriye û xwedî bernameyeke taybet e bi jinên kurd di jêr navnîşana Ji her baxekî jinek, di KurdSat TV de.
Berhemên wê yên çapkirî:
1. Bendera Bermoda (helbest, Weşanên Zawe, Silêmanî,1999)
2. Gotinên Gotinê (helbest, Weşanên Rêxistina Lawên Mîdya, Silêmanî, 1999)
3. Kitêba Jinê (Gotar û lêkolîn, Weşanên Serdem, Silêmanî, 2001)
4. Qehweyek li gel wî (helbest, Weşanên Wezareta Rewşenbîrî, Silêmanî,2004)
5. Min Eynek Şikand (helbest, Weşanên Wezareta Rewşenbîrî, Silêmanî,2004)
6. Nasnameyên Bukuj (Wergera kitêba nivîskarê Ereb Emîn Elmilûf, ji erebî bo kurdî, 2003)
7. Diwanî Kajal Ahmad, 2006
8. Min Dibêt Xom Bismîl Bikem, 2014
9. Zmani balndem dezai, 2019
Girêdanên derve:
. (kurdî)Hevpeyvînek ji Kejal Ehmed re ,Rojnameya Agirî[Girêdan daimî miriye]
. (kurdî)Kejal Ehmed, Rojnameya Azadiya Welat[Girêdan daimî miriye]
. (kurdî) Kejal Ehmed li Kovara Nubun.
. Kajal Ahmad, Erobinger, Gjendiktet fra kurdisk av Girêdana arşîvê 30 îlon 2007 li ser Wayback Machine
. (înglîzî)Kajal Ahmad, a brief biography from the Poetry Translation Centre site
. (înglîzî) Kajal Ahmad's poem The Letter
. (înglîzî)Kajal Ahmad's poem Birds
. (soranî)(înglîzî) Podcast featuring poems by Kajal Ahmad Girêdana arşîvê 24 gulan 2011 li ser Wayback Machine.
[1]