Navê pirtûkê: Qehweyek li gel wî
Navê nivîskar: Kejal Ahmed
Navê wergêr: Dilşa Yusuf
Wergera ji ziman: kurdiya navîn
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2006
[1]
Zilameke ji çav
lê belê mixabin...
wan ateşgehan nabîne
ku di hebûna min de vêxistiye
tiştekî jî nabêje!
Keseke ji nêrînê
lê belê seyr e
di germa şeydabûna min de
hîna ji hiş xwe neçûye û nedinale!
Min qewha xwe ya tal
bi şekirê axaftinên wî vexwar
Min qehwa xwe ya reş
bi rengê çavên wî yên kal firda
Min qehwa xwe ya germ
bi fênikiya girnijîna wî re bi dawî kir.