Navê pirtûkê: Şeva dawî
Navê nivîskar: Jana Seyda
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2001 [1]
Dayê
Mistek baran ji zivistana
Çavên xwe bide min
Da îşev tîbûna umrê xwe
Bi meya evîna te
Bişkînim
Dayê
Bêhna şewatê
Ji lorînên te dihatin
Û Amûd
Weke pêteke agir
Di payîzeke bêbext de
Diçirisî
Dema te dergûşa min
Dihejand
Bi hezaran hîv
Li ber rûyê sipehî
Xwardibûn
Da rûyê te tenê
Salên min
Ronî bike.