Mela ‘Eliyê Baqustanî û Mewlûda Wî
M. Zahir ERTEKİN
Mukaddime, 2015
Puxte: Baqustanî ‘alim helbestvanekî kurd ê vê serdemê ye. Sê kurdî û şeş
‘erebî, bi tevahî neh berhemên wî hene ku nehatine çapkirin. Di vê xebatê
de em ê li ser Mewlûdnameya wî rawestin. Di serî de bi kurtasî em ê li ser
mêjûya mewlûdê û kevneşopiya wê di nava civaka kurdan de bisekinin.
Paşê dîsa bi kurtasî em ê jiyana Mela ‘Eliyê Baqustanî peşkeş bikin. Di
derbarê naverok û şeklî edebî yê Mewlûdnameya Baqustanî de hin agahî dê
bêtin dayîn. Piştî hindê em ê li ser du nusxeyên wê yên destxet bisekinin.
Dê transkirîpsiyona texstê orîjînal esas bête girtin û nusxeya duyem re bête
berawerdkirin. Lewra di navbera nusxeya helbestvan û ya Qoxî de cudahî
hene. Di metnê transkirîpsiyonê ev herdû nusxe bi hûrgulî hatine
berawirdkirin.
Peyvên Sereke: Mewlûdname, İbn Hecer el-Heytemî, Mela ‘Eliyê Baqustanî,
Hezretî Pêxember, jidayikbûn. [1]