Navê pirtûkê: Gilgamêş û çend mythosên din
Navê nivîskar: Kawa Nemir
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Jiyana Rewşen
Sala çapê: 2000
[1]
Gava ku ronahiya pêşîn a berbangê xwiya bû, ewrekî reş ji hîmê esmên de derket. Adad dest pê kir di hundirê wî de kir guregur. Şûllat û Hanîş serkêşî dikir. Wek xulaman (di ser) (?) çiya û welêt re meşiyan. Erakal rewtên dakutayî (?) kişand derxist, Nînûrta meşiya, bend(ên) avê rûxand. Anûnnakiyan diviya pêtal hilgirtana, bi roniya xwe agir berdan erdê. Aramiya ku beriya Xwedayê Bagerê hebû zora esmanan bir, Her tiştê ronî bû tarî.
Kawa Nemir: Di sala 1975 de, li bakurê Kurdistanê, li bajarê îdirê ji dayîk bû. Piştî kutakirina kolêjeke ku bi zimanê îngiiîzî perwerdehî dide, di sala 1994 de li Enqereyê, di Zanîngeha Hacettepeyê, Para Ziman û Wêjeya îngilîzî de dest bi xwendina xwe ya bilind kir. Di sala 1996 de, derbasî Zanîngeha Stenbolê, heman parê bû. Piştî xwendina çend salên din ev zanko kuta nekir. Di sala 1997 de, tevlî xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê bû, demeke dirêj e redaktoriya Kovara Jiyana Rewşenê dike. Bi kurdî, îngilîzî û tirkî dizane. Niha di Zanîngeha Stenbolê, Para Ziman û Wêjeya Yewnaniya Kevin de ziman û wêjeya yewnaniya kevin û latinî dixwîne.