SEMPOZYÛMA EDEBIYATA BERAWIRDÎ JI DUH HETA ÎRO DI EDEBIYATÊN TIRKÎ Û KURDÎ DE TEXEYULÊN NASNAMEYÎ
Nüket ESEN & Ramazan ÇEÇEN
Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları
Çapa Yekem (Birinci Baskı) 2015, Mêrdîn [1]
Her sal beşa Ziman û Edebiyata Tirkî ya Zanîngeha Boğazîçiyê ku sohbet û çalakiyên edebiyatê saz dike, di gulana sala 2010an de jî bi mijara “edebiyata kurdî” bernameyeke konferansê çêkir.
Bi vê minasebetê beş ji bo axaftineke wisan Ramazan Çeçen vexwend zanîngehê ku ew bi nivîsên xwe yên derbarê edebiyatên tirkî û kurdî de tê nasîn û bi îmzaya Remezan Alan dinivîse. Di wê
axaftina ku sernavê wê “Gotûbêja Romana Kurdî” bû, rehmetiyê Arjen Arî jî hazir bû û bi kurdî pêşkêşiya xwe kiribû.
Piştre li ser daweta Zanîngeha Mardîn Artukluyê, di Medreseya Zincîriyeyê de, ku avahiyeke şaheser e, bi navê “Destpêka Vegotinnasiyê” min konferansek da. Piştî van herdu bernameyan, min û Remezan Alan li hev kir ku em di beşên zanîngehên xwe de sempozyûmeke edebiyatê saz bikin, dê baş be. Bi hêsaniya riya e-postayê yek li Stenbolê, yê din li Mêrdînê ji bo sazkirina sempozyûmekê em xebitîn. Di dawiya vê pêvajoyê de wek beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Enstitûya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê û beşa Ziman û Edebiyata Tirkî ya Zanîngeha Boğazîçiyê me sempozyûmeke hevpar amade kir. Çend roj beriya sempozyûma ku dê li Mêrdînê çêbûya, wek heft mamosteyên Zanîngeha Boğazîçiyê em hatin Mêrdînê û li vî bajarê delal û nadîde geriyan. Enstitûya Kurdolojiyê em pir germ pêşwazî kirin û ji serî de Prof. Dr. Kadri Yıldırım û her kesî mêvanperweriyeke mezin nîşan da. Sempozyûma ku di 26ê Nîsana 2014an de pêk hat, bi beşdarî û tevkariya xwendekaran pir bi serkeftî derbas bû. Emên ku ji Stenbolê hatibûn, me civateke ewçend qerebalix hêvî nedikir. Di navbera teblîxan de jî xwendekar bi pirs û şîroveyên maqûl gelek qencî li çalakiyê kirin ku sempozyûma me di nav atmosfereke zindî de derbas bû. Seba ku sempozyûma bi navê “Ji Duh Heta Îro di Edebiyatên Tirkî û Kurdî de Texeyulên Nasnameyî” yek rojî bû, her zanîngeh encax pênc teblîx pêşkêş kirin. Nivîsên ku di vê kitêbê de cih digrin, halê dawîn ê wan teblîxan in ku cardin di ber çavan re hatine derbaskirin û irehkirin. Kitêba sempozyûmê ya ku bi du zimanan, aliyekî wê kurdî û aliyê din jî tirkî hate amadekirin jî ji ber îhtiyaceke pratîk şikil girt.
Di sempozyûmeke wisan de li hatina cem hev a herdu edebiyatan girîng e. Evçend ji hev dûrbûna edebiyatên herdu zimanên ku li rexê hev dijîn, min aciz dike. Xasma jî kesên wek min ên ku bi edebiyata tirkî mijûl in, lê bi kurdî nizanin, derbarê edebiyata kurdî de xwediyê agahiyên hindik in. Ez wisa bawer im çalakiyên hevpar ên wek vê sempozyûmê dê kêmasiyên bi vî rengî hinekî din
kêm bikin. Digel vê di wê baweriyê de me ku di edebiyatên kurdî û tirkî de “yê din” çawa tê temsîlkirin û dîtin mijareke gelek asoveker e. Ferqkirina gotarên vî miqamî dê bi xwe re xwerexnekirinekê jî bîne. Ez bi riya vê sempozyûmê gelek tişt hîn bûm, hêvî dikim ku ev nivîs jî qenciyekê tevî dinyaya me ya edebî û çandî bikin. [1]
Prof. Dr. Nüket Ese