PIRSGIRÊKA SÎAWÛŞ, ZEMBÎLFIROŞ Û YÛSIF
Şemoyê Memê
Sîawûş, Zembîlfiroş û Yûsif sê zilamên ne rêzê ne ku neheqîya sê jinên bimêr, dilberdana wan ya nerewa û xweparastina wan ya ber destdirêjiya wan jinan heta roja îro bûne mijara gelek cureyên wêjeyê û hunerê. Çîrokên wan sê zilaman û her sê jinan nemaze di nav wêjeya Rojhilat de gelek berbelav e û bi navên Sîawûş û Sûdabe, Zembîlfiroş û Gulxatûn û Yûsif û Zuleyxayê navdar in. Tiştê ku bala meriv dikişîne û çîroka wan ji rêzê derdixe ew e ku yên sewdaser dibin û pey dilketiyên xwe har û dîn dibin ne mêr in, jin in û jinên bimêr in. Ev mijar çawa bûye behsa wêjeya Rojhilatî helbet di nav wêje û zargotina kurdan de jî cihê xwe girtiye û gelek şêweyan hatiye honandin. Em ê di vê xebatê de hewl bidin behsa van her sê kesan bikin û hevbeşîya wan raxin ber çavan. Ji bo ronîkirina mijarê helbet em ê pala xwe bidin nimûneyn zargotina kurdî. [1]