Çîroknivîs, sînemeger û derhênera Kurd Zîlan Hemo di sala 05.07.1997'an de li bajarê Kobaniyê ya ser bi Rojvayê Kurdistanê de ji dayîk bûye. Zîlan Hemo xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li Kobaniyê qedandiye, lê mixabin ji ber rewşên aloziya Sûriyê nekariye xwendina xwe berdewam bike. Bi geşedanên şoreşa 19'ê tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê re saziya zimanê Kurdî SZK li Kobaniyê hate vekir. Wê ji bo pêşxistina zimanê xwe perwerde kir û di Akademiya Ş.Viya Amara ya ziman û Wêjeya kurdî de jî bawernameya mamostetiyê bi dest xistiye û derdora du salan di dibistanên Kobanî de mamostetî kir.
Zîlan Hemo ji hezkirin û behremendiya xwe ji wêjeyê re dest bi nivîsandina çîrokan kiriye û gelekî guh daye çîrokên bav û kalan, lewma wê gelek şevan li rex pîrika xwe rûniştiye û çîrokên kurdan tomar kirine. Ji ber vê yekê berhemeke çîrokên devokî ya bi navê ''Çîrok bi roj nayên Gotin'' ku ji gelek çîrokên devokên yên herêma Kobaniyê pêk tên nivîsandiye û ji nav weşanên dîwana wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê der çûye.
Zîlan Hemo li vir nesekinî ji ber xemxurî û hezkirina xwe ji ziman, wêje û filman re wê dest bi karên sînemegeriyê jî kiriye û niha yek ji karên wê yî sereke ye. Di sala 2017'an de di Akademiya Şehîd Yekta Herekol de di beşa hunera sînemayê de dest bi perwerdehiya warê sînema, derhênerî û çêkirina filman de kiriye. Ji wir û şûn ve êdî Zîlan Hemo bêhtir xwe di warên sînemayê de dît û tevlî endamtiya komîna Filim a Rojava bûye û di encama wê yekê de gelek sînaryoyên kurtefilman yên mîna ''Mem û Gulê, Pirtûkxane, Sê Kulîlkên YPJ'ê, Qehwe, Dê û Kur, Doşeg, Mast û Şekir, Navê min li ser kevirekî '' de kiriye. Her wiha derhêneriya gelek kurtefilman jî kiriye.
Divê neyê jibîrkirin ku Zîlan Hemo di pêşbirkên kurteşîrokê de beşdarî gelek festîvalên mîna Festîvala Osman û ya kobanî de bûye û bi ser ketiye.
Zîlan Hemî niha di karê xwe de berdewam e û di gelek projeyên çêkirina kurtefilman de mijûl e.[1]