Dîlara Bangîn Demir xwediya hunera mikyac û makeupê di 18.03.2001'an de li bajarê Kobaniyê hatiye dunyayê. xwendina erebî ta asta navîn xwend lê piştî şoreşa Rojvayê Kurdistanê ew pir bi şand bû û bi zimanê xwe yê dayikê zimanê kurdî xwend û ta asta bekeloriya bi dawî kir. Dîlara xwedî taybetmendiyeke wiha ye ku ji biçûkaniyê wê de ew hunera ciwankariyê di ruhê wî de vedida, ew ji ber vê yekê di hunera mikapê de xwedî behremeniyeke cêwaz e.
Ji ber ku birayê wê nexweşiya giran pê re çêbûbû û her demê birînên wî derman dikir, ev yek ji êşa birayê wê jê re bû bertekek da ku bikaribe wê birîna laşê wî bi hunerên taybet ya birîn, çêkirin, lihevanîn û derxistina wêneyan de pspor bibe.
Di 2016'an de dest bi kar kir gava ku birayê wê 4 salan di nexweşiya bê derman re derbas dibû, wê Xizmeta wî dikir gelek cih di laşên wî de vekirî bûn û derman dikir. Ji ber vê yekê wê her tim jê re digot ''Li hemberî birînên te ez ê birînên ku naêşin çêkim'' û wê kir û çêkir û xewna xwe jî pêk anî. Gelek gotin û çîrokên vala li ser kar û xebata wê ya mikyackirin û Mikapê bihîstin, lê wê guh neda û xebata xwe berdewam dikir, tevî her tiştî a niha ew niha xewna xwe jiyan dike. Û dixwaze piştgiriya her kesên ku di make up û sînameyê de xwe pêş dixe, bike.
Her wiha Dîlara di gelek film û kurtefilman de rola mikyackirina lîstikvanan de lîstiye ku hîna jî li ser karê xwe berdewam û niha ew rêveberiya Komîna film ya Sînemayê ye
Dîlara di gelek pirojeyan de cihê xwe girtiye ye ji wan pirojeya ku ew bi xwe û bi fikir û hêza xwe pê rabûye ''Cejna Halwên'' bû, rewş û dîmeneke cuda û bi kurdî da rûyê Rojava û bi hunera wê xweşik kir.
Ew gelek pirojeyên ku dixwaze bike hene yek jê fîlmek ku tenê ji ekîba jinan pêk werê çêbike, dudu ew dixwaze waneyên makeupê li hemû bajar û bajarokên Rojava bide û piştgiriyê bide xelkên xwe yên Rojavayê Kurdistanê. Û gotina wê ya dawî ku dixwaze bêje, ya ku min got û pêk anî. ''Ger bawerî hebe tirs mala xwe bar dike''.[1]