Ebdurrehîm Rehmî Hekkarî û Tehlîlek Li Ser Berhema Wî Ya Bi Navê Dersa Dîn
Ayhan Tek
Wekî ku ji berhemên wî yên curbecur ku em dê behs bikin, Ebdurrehîm Rehmî Hekkarî nivîskar, şair, edîb û rewşenbîrekî hişyar û têgeheştibû. Bi vî şiklî gava mirov jiyana wî û berhemên wî di nava tarîxa edebiyata Kurdî de dibînit, profîleke balkêş a nivîskarekî hişyar derdikeve holê. Lewra hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê şekl û motivasyonê ve berhemên wî ciheke girîng digrin. Herwisa wek şexsiyeteke Kurdperwer û dîndar hem nivîskariyeke Kurdewar hem jî dîndarane kiriye. Ji ber wê jî wî gelek berhem telîf kirine û li pişt xwe kulliyateke muhim hêlaye. Di nav berhemên Rehmî Hekkarî de yek ji ya gelek girîng û heta niha nehatiye zanîn, Dersa Dîn e. Dersa Dîn wek ji navê wê jî dihête zanîn li ser meseleyên eqîdewî, bawerî û pratîkên dînê Islamê hatiye nivîsîn. Lê di vê berhemê de naverokeke klasîk hebit û mijarên berbelav hebin jî, bi nêrîna me, hin taybetiyên wê berhemê yên muhim hene. Beriya her tiştî ev berheme, berhemeke Kurdî ye ku di vî warî de di nav muktesebata medreseyê de yek ji numûneya pêşîn e. Lewra li ser wan mijaran berhem hebin jî ew bi serê xwe yan Kurdî nînin di nav kitêbên din de wek şerh û haşiyeya cih digirin. Lê Dersa Dîn rasterast wek kitêbe muxteser li ser wê mijarê bi Kurdî hatiye nivîsîn û herwisa çapkirî (metbû‘) ye. Yanî berhemên di wî warî de di çarçoveya medreseyê de mane û rûyê çapxaneyê nedîtine. Lê Dersa Dîn ne tenê ji bo cemawereke teng, ji bo hemû xwînerên Kurdî di sala 1921ê li Stenbolê hatiye çapkirin û belavkirin. Ji aliyê dî ve Rehmî Hekkarî ev berheme ne tenê ji bo mijara dînî nivîsiye.
Ew ji bo perwerdeya bi Kurdî vê kitêbê di gel çend kitêbên dî wek mufredatekê amade diket. Ev yek bi serê xwe nîşana girîngiya vê berhemê û niyeta nivîskarê wê diket. Lewra di dawiya vê berhemê de -wekî ku di dawiya vê xebatê de jî cih digirit- wî ew mufredat pêkaniye ku ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî wî numûneyeke girîng hêlaye. [1]