Em ê ji gundên bedeweiya deşta sirûcê bi we bidin naskirin. Vê carê em derbasî gundê Elîşarê bibin, çand, dîrok û kevneşopiya vê gundî nas bikin û bi we re parve bikin. Gundê Elîşarê neh kîlo metran dikeve rojhilatê kobanê, rohilatê gundê Elîşarê gundê Kosik e. rojavayî wê gundê Merdesimêle, başûrê wê gundê Comelî ye û li aliyê bakur jî sînor e. kesê ku yekemîn derbasî vê gundî bû û ev gundê şên û ava kir navê wî Elîşêr bû. Ew yê destpêkê ku li vê gundî xwedî serweriyekê bûye. Li gorî şêniyên gundê di axa detşta Sirûcê de gundê Elîşarê wekî navend têhesibandin. Piştre di dema Osmaniya de kirin Elîşar. Dewleta Sûriyê jî li gorî xwe kirin Elîşê. Bi hatina Elîşêr re mala şawê mizûrê jê lê zêde bûne, piştî wan wazolaxa û îsak jî hatin lê zêde bûn ku ew jî bixwe du bira ne.
Dîroka vî gundî pir kevnar e, li gorî ku mezinên gund dibêjin ku bav û kalên me gotine hîna heta beriya serdema hukimdariya osmaniyan jî ev gund hebûye. Atên ku ji vî gundî ne; Mizoran, uzikan, îsak ne, hem gundî mirovên hev in û ji eşîra oxiyan in.
Gundê Elîşarê bi xwe gundekî ji gundên naskirî ye û çaraliyên xwe vekirî ye. Xwedî xêr û bêreke dewlemend e. Berê di vî gundê de sê kanî hebûne.
Li vî gundî nêzî 300 mal hene. Gundî bîtir debara xwe li ser çandiniyê dikin, gelek tişt li vê deştê dibin. Ev deşt bi xêr û bêra xwe tê naskirin û bi axa xwe dewlemend e. lê ji ber sedemên kêmbûna avê pir tiştan naçînin, tenê tiştên ku diçînin ev in; ceh, nîsk, kemûn, genimê avî û bîstanan mîna; becan, îsot, fireng, pîvaz, kundir û hwd diçînin.[1]