Ji malbateke oldar e, bavê wî Şêx Ehmedê Xeznewî damezînerê rêgeha xeznewî ye ku ew jî şaxek ji rêgeha Neqşebedniyê ye, ev rêgeh ji sofîtiyê li nav xelkên rojavayê Kurdistanê û deverê pir naskirî û navdar e û bi hezaran murîdên wê hene.
Şêx Mihemed Maşûq yek ji kurên Şêx Ehmedê Xeznewî ye. Li gundê Til Marûf yê gundewarê #Qamişloyê# di sala 1958an de ji dayik dibe.
Di sala 1977an de bawernameya bekaloryayê bi dest dixe û diçe Şama paytex, li wir li peymangeha Emîniyê zanistên olî û şerîetê dixwîne.
Piştre diçe Erebistana Seûdiyê û li Medîne Alminewera xwendina xwe temam dike û bawernameya zanistên islamî bi sdest dixe.
Piştî vedigere Şamê, wekî mamoste û gotarbêj di hin mizgeft û peymangehên olî de li parêzgehên cudacuda kar dike.
Di sala 2001ê de pileya macistêr di zanistên islamî de bi dest dixe.
Piştî serhildana kurdan ya 2004an û bersiva tund ji hêla desthilata Sûriyê û hêzên wê yên ewlehî ya li dijî gelê kurd, Mihemed Maşûq li kêleka gelê xwe rawestiya û helwestek mêran e li dijî siyasetên şofînî û qirkirinê da. Ji wê hingê ve nav û dengê wî di nav gelê wî de belav bû û bû kesayeteke bi bandor û cihê rêz û hezê li bal gelê xwe.
Di şîna şehîdan de û gelek çalakiyên netewî debeşdar dibû û gotarine mêrane, wêrek û welatperwer didan.
Gotinên wî hestên netewî û niştimanî li bal gel geş dikirin û coşek mezin li pey xwe çêdikir, yek ji wan gotinan ku di hizir û wijdanê gel de hatiye çandin ev bû: Kesek bi xêra xwe mafan nade, lê maf bi zorê têne standin.
Helwesta Şêx Maşûq li ser wî alî ji islamê yê ku dibêje divê islam li dijî sitem û sitemkaran derkeve ava dibû, bi vî awayî dikarîbû hejmareke pir mezin ji gel li dora xwe bicivîne.
Her weha çalakiyên Şêx Maşûq firehtir dibûn û di gelek semîner û komcivînên islamî yên li hundir û derveyî Sûriyê de beşdar dibû. Têkiliyên baş bi rêxistinê Ewropî, navdewletî û islamî yên mafnas re ava kirin û doza danûstandinê di navbera ol û şaristaniyan de li şûna şer û nakokiyan dikir. Şêx Maşûq şerê tunderewiyê û kufirandinê dikir û li her cihekî ku lê amade dibû berevanî di ber doza gelê xwe de dikir û ew doz bi kesên din dida zanîn û diyarkirin.
Şêx Maşûq tirs nas nedikir û hemû helwestên xwe eşkere û bi zelalî li meydanan, di alavên ragihandinê de û li her deverê dianîn ser ziman.
Ev wêrekiya bêhempa û tevgera aştiyane û karîger roj bi roj bandor li gel dikir û dibû bingehek ji bo şoreşeke aştiyane li dijî desthilatdariya Sûriyê.
Lewra hêzên ewlehî yên rêjîma Sûriyê hest bi gefa vê kesyeta bi bandor ya li ser berjewendî û desthilatdariya wan kir û xwestin rê li ber bigirin.
Di 10ê gulana 2005an de, kesine nenas Şêx Maşûq ji ber deriyê (Navenda Xwendinên Islamî) li Şamê ku ew cêgirê serokê wê bû û tê de mamostî dikir, revand.
Ev bûyera revandina Şêx Maşûq ku ta Îro desthilata Sûriyê xwe nedaye ber, piştî gotareke Şêx Maşûq ku tê de doza nasname û xwendina bi zimanê kurdî ji gelê kurd re li rêjîmê kiribû çêbû.
Piştî revandina Şêx Maşûq, gelê kurd li Cezîrê û Şamê derketin xwepêşandanan û doza eşkerekirina çarenûsa Şêx li rêjîma Sûrî kirin, lê hêzên ewlehî yên Sûrî bi tundî bersiva wan da û gelek ji wan girtin û ew veguhestin dadgehên ewlehî.
Di 1ê hezêrana 2005an de, rêjîma Sûriyê nûçeya kuştina Şêx Maşûq ragihand û got ku wan cendekê Şêx di hundirê gorekê de li Dêra Zorê dîtine. Lê dema ku cendek radestî malbatê kirin, nîşanên êşkenceyek tund li ser laşê wî xuya dikir.
Di oxirkirina Şêx Maşûq de bi deh hezara ji gelê kurd û ji hezkerên wî beşdar bûn.[1]