Hunermend û dengbêja kurd Merziya Ferîqî li bajarê Merîwan yê rojhilatê Kurdistanê di sala 1958an de ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navendî li bajarê xwe kuta dike, piştre diçe bajarê Sine ji bo xwendina xwe temam bike. Li wir tevlî mala mamosteyan dibe û bi serkeftin jê derdiçe.
Piştre dizîvere bajarê xwe Merîwanê û di dibistaneke seretayî de mamostetiyê dike. Di temenê neh salîya xwe de dest bi stranbêjiyê dike.
Di destpêka xebata xwe ya siyasî de, tevlî Partiya Komonîst ya Îranî (TODE) dibe. Piştre tevlî Partiya Kedkarên Kurdisana Îranê dibe, û piştî hatina wê ya başûrê Kurdistanê tevlî partiyên kurdî dibe.
Di pêvajoya xebata xwe ya siyasî û welatperwerî de beşdariyê di gelek xwepêşandan, çalakiyên siyasî û meşên cemawerî dike.
Helbesta resen strane û stranên gelêrî jî gotine, her weha ji bo jinê, zarok û azadiyê stran gotine.
Di sala 1985an de, ligel hevser û zarokên xwe koçberî Ewropayê dibe û li dewleta Siwêdê bi cih dibe.
Çend salan ji dengbêjiyê dûr dikeve. Lê di sala 1994an de, carek din vedigere nav çalakiyên hunerî û ji gurzek stranan elbomek tomar dike. Di wê demê de stranên elboma wê baş belav bûn û navûdengek di nav guhdaran de çêkir.
Di sala 2003an de, li gel hevserê xwe hunermend Nasirê Rizazî sirûda (Refrandomê) tomar kir, ew sirûd ji awazên mûzîkjenê navdar Helkewt Zahîr bû, û di nav gel de gelek deng veda. Hingî Merziya Ferîqî biryar da ku ji niha û şûn de hemû stranên wê ji awazên Helkewt bin.
Hunermenda kurd Merziya Ferîqî çend ahengên hunerî li Elemanyayê li dar xistin. Piştre karê elbomeke stranan ji awazên Helkewt Zahîr kir. awazên heft stranan jê re amade kirin, di nav wan de strana (Hemû Şew) bû. piştî demeke kurt hunermenda me koça dawî dike, lê keça wê Dilniya Rezazî her şeş stranên dîtir distirê. Û wisa elbom baş bi ser dikeve.
Di sala 1978an de, bi hunermendê navrdar Nasirê Rezazî re dizewice. Sê zarok ji wan re çêdibin, ew jî (Kardo, Mardîn û Dilniya) ne.
Di 18-9-2005an de, li Stokholmê paytexta Siwêde, dema ku neşteliyeke bijîjkî jê re dihate çêkirin, û di encamê xwînrijîneke ser mejî, hunermenda me jiyana xwe ji dest dide û koça dawî dike.
Lê keça wê Dilniya berê xwe dide warê hunerê, stranekê li ser diya xwe çêdike, û riya wê ya hunerî didomîne. Ew stran jî ji awazên mûzîkjen Helkewt Zahîr bû.[1]