Navê pirtûkê: DENGBÊJ Û STRANÊN ME DESTAN Û FOLKLORA ME
Navê nivîskar: : Hasan Akbal/ Hesenê Al ê
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê:
Sala çapê: 2009
Rengînî û dewlemendiya folklora Kurdî ji zûdaya bala rojhilatnasa, Kurdnasa, folklorîstan û gelek kesên dinê mayîn kişandiye ser xwe. Mirov nikare bi tenê folklorê wek çand berhemên hunerî bihesîbîne. Folklor serboroia civatekê ya dîrokî ye. Civakî hunerî û pêşketina zimanê û wê civatê nîşan dide. Hemû ew yekan di nav folklorê da gehştine hev, di nav hev de hatine hunandin, ristin, di dawiyê de defîneke çandî pêk anîne, bûne çavkaniyên potansiyel. Akademîsyên û pisporê A- T Ganalanyan, vê dewlemendî rengînîya folklora Kurdî wek “Ansîkopedîya civata Kurd ya jîyînê” bi nav dike Ji ber vê yekê mirov peyvên folklor û jîyînê ji hev nikare bide cuda kirin. Mirov dikare bêje, folklor bi xwe jîyîne, lê belê jîyîneke ku huner edebiyat ji xwe re kiriye pêlekan. Ew jîyana ku em di nav dene,dem-dem rûsar dibe, carcara bîhna mirova teng dike û bêtahm, bi saya folklorê xwe gihandiye li ser sînorên bedeweiyê. Ev sînorên jîyîn, folklor û bedeweiyê alîkariya îmkanên hunerî çawa em dibînin herdiçin tenik, zirav, barîk dibin, ji nûva tên hunandin û tên ristin. Ji ber dijwariyên dijmin li ser me îro folklora Kurdî baş nayê nasîn. Folklor wek neynîka civatekê ye, mirov dikarê bi saya vê neynîkê civatê baştir nasbike, bi hêsanî dikare xwe bighîne kuraya sedsalan. Ji aliyê din, folklor him ji bo ziman, him jî ji bo edebiyateka nûjên, bingeh û defîneka mezine. Lê ji ber dijwariya dijmin û qedexebûna li ser zimanê Kurdî ew defîna di nava gel da hatiye veşartin û sergirtî maye. Elbet bêguman ew defîna rojekê ji aliyê Kurdan ve bê vekirin û li ser lêkolîn pêk bên. Divê ronekbir, nivîskar û folklorîstên Kurd pêwistin li pêşiya vê wêrankirin, kambaxkirinê, xizankirine rawestin, çi dibe bila ma bibe, pêwîst e em hernumuneyeke folklora Kurdî derbasî ser kaxizê bikin. Folklor carna wek edebiyata devkî, carna jî wek zargotin jî tê bi navkirin, edebiyeteka kolektîf e, xelkê bi xwe ew edebiyata afirandiye, nivîskarê vê edebiyatê tûne ne, ew edebiyat bi salan li zer-ziman maye, xwe parastiye, xwe nuh kiriye, dewlemend kiriye bûye malê gelê Kurd. Beşek ji çanda mirovahiyê pêk aniye.[1]