Arif Elûş an jî tê naskirin bi Arif Çep ew ji bajarê Kobanî ji malbata Elûşan e, di sala 1978'an de li bajarê Reqayê ji dayîk bûye. Bi navê Arifê Çep tê naskirin ji ber ku bi destê çepê sazê lêdide, hem jî ji ber ku hunermendên li ber dilê wî giranbuha yên mîna Ehmedê Çep, Fadilê Çep sazê lêdidin. Di biçûkaniyê de dema ku hîn dibistan dixwend hezkirina xwe ji muzîkê re geş dibe û pê re jî tevlî komên mûzîk û stranan dibe. Rêwîtiya wî ya bi hunerê re di sala 1989'an dest pê dike. Beşdarbûna bi gelek komên wekî Maziya, Sason, li Helebê koma Agirî, li kobanî koma Botan ku bi çend newrozan bûye alîkar, çêdibe
Di sala 1999'an ta 2001'an de li Şamê bi koma azadî re xebatên mûzîkê daye meşandin. Her wiha tevlî rehmetî hunermendên mîna Zeîm Kendeş, Ehmed Husên û gelekên din pemangeheke mûzîkê ya bi navê ''Nînewa'' ava kiriye. Di wê peymangehê de xebatên xwe bi awayekî akademîk didan meşandin. Heya roja îro jî pêwendiyên wî bi wan koman re heye, lê bi awayekî kêm. Ew ji sala 2014'an ve li bajarê Nemsayê dijî.
Nêzikatiyên xebatên wî yên mûzîkê bi koman dest pê kiriye û her wisa jî berdewam kiriye. Destpêkê wek ritimvan kar dike piştre fêrî sazê dibe û bi demê re stranan dibêje û hinek jî ji şanoyê fêrî jiyana huner û muzîkê dibe. Di jiyana xwe de gelek zehmetiyan dikşînin ji bêderfetiyên alavên mûzîk û peymangehan. Ew gelek amûran lêdide, amûrê herî giranbiha û şîrîn li ber dilê wî saz e.
Hunermendên me Arif Çep gelek xebatên hunerî meşandine wek komkirina stranên kurdî û awazkirina gotinên stranan. Ji berhemên wî yên têne bîra wî ya yekemîn di sala 2013'an de strana bi navê ''Kobanî dayîka Şêranî'' li kurdistanê tomar kiriye. Her wiha bi strana ''Ev axîn, axînên Penaberiyê'' awaza wê çêkiriye û hunermend Mihemed Salih jî stra ye. Ji bo roja reş a komkujiya 25'ê hezîranê jî, strana bi ''Termên bê nav'' ku ji gotinên nivîskar Ronî Elî ye. Ev stran bi beşdariya 22 hunermendan hat derxistin û ev stran bandora xwe gelekî li guhdaran kir. Strana din jî ya bi navê ''Di eniya welatê min de, tu bûyî bûka nemir, pat û ser'' ji bo roja koçberkirina Efrînê, çêkiriye.
Dê dawiyê jî bi albomeke xwe ya taybet a bi navê ''Heyva li çardan'' ku ev albom vedigere kar û xebatên wî yên gelek salên dûr û dirêj. Albom 10 stranan di nava xwe de dihewîne û bi piranî ji awazên Arif Çep bi xwe ne û ji gotinên wan piranî ji helbestên mamoste Perîşan in. stranên ku di albomê de hatine weşandin hem neteweyî û hem jî evînî ne. Strana ''Heyva li Çardan'' jî bi taybet ji helbesta Yûfif Berazî ye ku tê de dibêje
''Heyva li çardan dêm tu yî,
ronî didî nîvê dilan,
eşqa te ye, ê pê nexweş,
derman tu yî hem jî bela''
ji aliyê gelek hunermendên kobanî, Efrînê û gelekên din di warê manewî de jê re bûne piştgirî û ji bo pêşvebirina alboma wî fikir û nerîna xwe dan. Alboma Arifê Çep di warê parvekirina mûzîk û tomakirinê de li gel Omer Kurdaxî û Rênas Kurdaxî hate tomarkirin ku karekî hêja û serkeftî ji bo xwe alboma xwe dibîne.
Di van şeş-heft salên ku li Nemsayê ye cihê xwe di gelek koman de girt û gelek komên mûzîkê yên mîna Mîdya û Rojava ava kir. Bi hevalên xwe re gelek konsêr bi zimanê kurdî ji bo Ewropiyan bo welatê xwe çêkir. Di sala 2018'an de li Viyeneyê konsêreke kobanî û mezin bi hevalên xwe yên hunermend ên mîna Miço Kendeş, Yenal Tahir, Ehmedê Çep, Xalid Sofî û bi komên mûzkê yên ji başûr û rojava re bi awayekî coş û geşedanek mezin hate bi rêvebir.
Gelek projeyên xweşik û mezin di gel Arif Çep hene ku dixwaze di pêşerojê de ava bike. Projeyên wekî damezrandina orkêstrake mezin û strana taybet a ''Termên Bê Nav'' a 22 hunermendên kobanî.[1]